KEVNEŞOPÎ Û WÊJE

   İkram İŞLER Civaknas -Nivîskar

 

 

KEVNEŞOPÎ Û WÊJE.. 1

1.      Kevneşopi 1

1.1.Girîngiya Kevneşopiyan çi ye?. 2

1.2.Di nava jiyanê de rola kevneşopiyan çiye?. 2

1.3.Di nava jiyana kurdan de kevneşopi çiye. 2

1.4.Kevneşopiyên xwezayî (Mekanê jiyanê, jıyana li ser çıya yê çêbuye). 3

1.5.Kevneşopiyên bi xwezayê ve girêdayî (xidirnebi, beranberdan, newroz). 3

2.      WÊJE.. 4

2.1.Wêje bi gelempêrî çi tişt e?. 4

2.1.1.Beşên wêjeyê. 4

2.1.1.1.Zargotin: 5

2.1.1.2.Wêjeya klasik. 5

2.2.Rola wêjeyê di nava jiyanê de. 5

2.3.Li hemberê kevneşopiyan rola wêjeyê. 5

2.3.1.Rola pejirandın û xurtkirine kevneşopiyan. 5

2.3.2.Rola li hember derketina kevneşopiyan. 6

 

 

Kevneşopî û wêje pir caran hev û din temam dikin. Lê hin caran bi hev nakin. Şer dikin.

Kevneşopî bi aqil ava dibe. Ne tene aqilê kesekî an jî komekî. Bi aqileke hevpar dertê holê. Ne tene din ava demeke kin de, di nava deme de ji aliye aqileke hevpar tê parzûm kirin. Ne tenê di nava nifşekî de, di nava pir nifşan de tê parzûm kirin û wisa tê pejirandin. Aqil her tim kevneşopiyan li parzûmê dixe dema ku derbast nebe dev jê berdide. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku kevneşopî ji aliye ceribandina bav û kalan û ji aliye aqileke hevpar ve hatine parzûm kirin.

Lê wêje her tim bi aqil tevnagere. Kesên ku wêjekar in hine caran aqil datîne aliyekî. Ew aşıq in. Eşqa ku ew dit ê de pir caran çavên wan kor dike.  Rolên xwe yên civakî dabêjin aliyekî derde wan ji deven wan tê xwarê. Aqıl namîne sewda dertê pêş. Hin caran isyan dike. Hin caran şikayetên xwe tîne ziman.   

Têkilaya wêje û kevneşopiyan wekî tekilaya hest û aqil e.  Aqıl dixwaze tiştên rast bike. Lê hest bi piranî rastiyê dedi alıyekî. Ew teme evîndara xwe dixwaze.

1.   KEVNEŞOPİ

Kevneşopî şêweyên ku ji aliye civakê ve tên pejirandin di nava civakê de belav dibin piştî belav bûnê ijar din ava nifşan de belav dibin ji wan re têgotin kevneşopî. Nevê wan jî li ser in. Kevneşopi. Qaydeyên ku di nava cıvakê de derketine holê. Ji aliye civakê ve belav bûne ne.

Wek mînak: zewac, kevneşopiyên dawetan. Bûktanî. An jî newroz kevneşopiyeke ku bi hezaran sale ji bav û kalan weke şopekî tê heta îro.

1.1.Girîngiya Kevneşopiyan çi ye?

Tu civak bê qayde nabin.  Civakê pir azadın jî li ser hine qaydeyên civakî vê azadiyê dimeşînin. Di malbateya mezinê bere de kalik hebûn. Bavan li ber kalikan xeber nedidan. Zarên xwe hilnedidan. Ji ber ku ne dixwestin ku zarên wan ji bilî bavê mezin kesî wekî bav bibinin. Dixwestin ku bavê malbateyê yek tenê be.  Ew çi bibêje her endamên malbateyê wan bikin.

Kesên ku nû dihatin dibûne endamên malbateyê heta çend salan bi mezinên malbateyê re nedihaxivîn. Dihate xwestin ku bûk heta malbateyê nas neke, qayde û şêweyên jiyana di malê de heye him nebe ne axive. Dema ku endamên malbateyê nas bike wê demê dikare ji endaman re rêz bigre. Wê deme dê bizanibe ka şuna wê jî di malbateyê de li kuderê ye. Dema ku bûk vê rêzgirtinê hîm nebe dibe ku ji endamên malê hez neke û şer derkeve. Endamjî dema ku jê heznekin wê demê şerê mezin bibe û malbateyê belav bibe.

Tevgerên ku dê malbateyê belavbike divê ku ji aliye endamên malbateyê ve ji holê bê rakirin. Hemû bavekî re bejin bavo. Ji dêkî re bejin daye. Her kes rola xwe baş hîm bibe û ji vê rolê dernekeve.  Zarok zarok goti, mezin jî mezin goti ye. Herkese cihên xwe bizanibe. Herkes cihên xwe bizanibe ji kesên din re rêz bigire wê demê malbateyê belav nebe. Yê ku malê bi hev re digre kevneşopiyên bav û kalan in.

1.2.Di nava jiyanê de rola kevneşopiyan çiye?

Her civatek teqez xwediyê şopên dê û bavan in. Li hemberên pirsgirêkên nu bavû kalan teqez çareseriyek dîtine. Ew çareseri dema ku tê ceribandin ev cerebe ji aliyên zarokên wan jî tê bikaranîn. Ev cerebe dema ku derbastî nifşên din dibe jê re tê gotin kevneşopî. 

Mirov dikare bi çend xala behsa rola kevneşopuyan bike.

  1. Çareseriyên qedîm ji kal û bavan hatıne ji aliyê nifşên nû ve tên bikaranîn.
  2. Kevneşopî Civakê li bal hev digire, nahêle civak belav bibe. Wek mînak: malbateya kurdan dema ku kevneşopî  nehatin şopandin ji hev belav bû. Civakê ruyê xwe da dagirkerên xwe û asimilasyon wê demê gihîşte armanca xwe.
  3. Di navbera nifşan de jiyan didome. Bav û kal û nifşên nû ji hev naqetin. Rihê civakê ji kalan derbastî nebiyan dibe.

1.3.Di nava jiyana kurdan de kevneşopi çiye

Kevneşopî di nava cihanê de çiqas grîngbe ji bo me kurdan bêtir girîng e. Ji ber ku ji aliye sîyasî ve zagonên dewletî milletên din li ser piyan digire. Ji bona serpê mayinê kevneşopî ji kurdan re ferz e. Hêzeke kurdan ê wekî dewletbûnê nîn e. Û welatê kurdan ji aliye dewletên biyan hatiye dagirkirin. Bawerî, edet, exlaq, an jî şêweyên din ên civakî kurdan li ser piyan digirin. Wekî mînak ziman. Giyana kurdan a ku wan ji civakên din diqetîne ziman e. Tiştên ku bi zimên tê gotin in. Yanî zargotin e.  

Berê bawerî jî cuda bû. Em wê demê ji îro bihêztir bûn.

Niha çima ku baweriyên me yek in. Ew bawerî weki navgînên bişavtinê tên bikaranîn. Kurd dema ku bixwaze ji bo xwe tiştekî bike, bi biratiya olê pêşiya kurdan tê girtin. Baweriya hevpar kurdan bêtir dihelîne. Dike koleyên dagirkeran. 

Tiştên ku netewan li ser xwe digirin, kevneşopîne. Di nava kevneşopiyan de zargotin, wêje, cejn, rojên taybet û hwd jî hene. Mesela newroz riheke ku kurdan bi hezaran salan li ser piyan digire ye. Balnameya kurdan ya taybet (Beranberdan, hidirnebî, Kosagel, edetên mêvandariyê, lîstokên ku tên lîstin, Navgînên dem derbast kirine, hemû cudahiyên civaka me dide der. Hin lîstokên me hene  di qada navnetewî de tê lîstin. Mesela, topagaranê me digot. A niha wekî beyzbol tê binavkirin. Lîstokeke kurdan ya biharê ye. Wekî vî lîstokên zivistanê derve, lîstokên zivistanê li hundur tên lîstin pir in. Kışık, Tame, gur-pez, tewle (şandina tewlê) çend heb ji van in.   Wekî van lîstokên havînê, derve û hundur hene. Çav girtoken, pir, kelzevtkirin hinek ji van lîstokan in.

Hunerên kurdan jî kevneşopiyên xweş in. Keçen kurdan hev û din digirtin diçûne malên hev xalîçe li dar dixistin. Bi kêf û henek karên xwe dimeşandin. Havîne hev digirtin diçûne bêriyê. Dibûne bêrîvan. An jî nanê paleyan dibirin. Keçan diçû ji kaniyê av dihanî. Wan û xortan li wê derê hev raçev dikirin.  Evînên gundan bi piranî wisa dest pêdikirin.

Namûs ji bo me kurdan pir girîng bû. Lê jinên me wekî jiinê Ereban xwe ji mera venedişartin. Jin û mêr din ava hev de bûn. Lê kes nikaribû kesta namusa kesî bikira. Kuştin çê dibû. Kes nikaribû kesî bikuje. Ji ber ku daweya xwînê hebû. Buyerak bibûya mezin diketin nevberê nedihîştin ku mesele mezin bibe.    Dema ku şerek derketa jinekî şaşika xwe li erdê bida şer radiwestiya. Dema ku jinek bi mêrê xwe biçûya mala dijminê xwe ew dijmintiya ji holê radibû. Aştî çêdibû.    

Ev kevneşopî kurdan  wekî civakê din li ser piyan digirin.  

1.4.Kevneşopiyên xwezayî (Mekanê jiyanê, jıyana li ser çıya yê çêbuye)

Xweza ya kurdan çiya û  deşt in. Devê çeman in.  Em wekî netew li ser çiya, deştan û devçeman de jiyan e. Kevneşopiyên me bi piranî li gorî jiyana van deran derketine holê. E weki Ereba li çolê nejiyan e. Me ji xaniyê xwe re gotiğe “avahî”. Ev peyv du tiştan derdixe pêş.  Ya yekemin niştecihî li ser çeman hatiye avakirin. Cihên avî tîne ziman. Avahî malê ku li rex avan hatine çêkirin tîne ziman. Ya duyemîn tiştên ku ava bûne, hatine holê tîne ziman. Ev herdû wate jî malen kurdan ên tîne ziman.  Bi rastî mîmariya kurdan mîmariya Mezopotamyayê ye.  Xim kevir li ser keviran kerpiç hatine danîn. Diwar bi piranî kerpiç in. Ji ber vê yeke berhemê me kurdan din ava demê de heliyan e. Gir çêbûne. A niha kîjan girî vedikî dîrok dertê pêşiyan te. Avahiyên ku bi keviran çê bûne hê jî bi piranî li ser piyan in.  Hunerek heye navê wî “avrû” ye. Jê re tê gotin ebru.  Hinera li ser ruyê avê tê çêkirin re têgotin ebrû. Hunereke kurdan e.  Ji ber ku kesayetiya kurdan hişk e. Avrû di nava kurdan de zede pêş neketiye. Derû doran ev hüner hildane lê xwedi derketine.

Em kurd li devê behran de nejiyan e. Kevneşopiyên meyên behrî nîn in. Mesela wekî yewnanan em cureyên masiyan nizan in. Peyvên meyên ji aliye behriyan ve bê bikaranîn nîn in. Mesela “marîna” di zimanê me de xwediyê wateyekî nîn e.        

Kevneşopiyên cıvaki (porkur, pişt girêdan, hine, mêvan perweri,)

1.5.Kevneşopiyên bi xwezayê ve girêdayî (xidirnebi, beranberdan, newroz)

Ji ber vê yeke kevneşopiyên kurdan li gorî deve çeman deştan û çiyayan hatiye holê.  Debara me jîli gorî van deran derketiye pêşiya me. Bavû kalen me şivantî û çandinî kirine. Edetên şivantiyê edetên cihanê yê herî qedîm in.  Newroz û beranberdan herdu rojên taybetin ku koka xwe ji şiantiyê û ji çandiniyê girtîye. Beranberdan hê jî ji bo şivantiyê roja destpêkê ye.  Newroz ji bo şivantiyê jî hin destpêka bi xwe re tîne lê esas ji bo çandiniyê rojeke destpêkê ye. Destpêka salê ye.  Di nava salê de destpêka jiyanê ye.

Bi rastî zivistan pir giran derbast dibe. Cıvakê dîl digire. Demeke dirêj di hundur de derbast dibe. Bi xwarin, vexwarinê derbast dibe. Êvarê dirêj tene bi xwarin û vexwarinê derbast nabin. Lîstokên din ava malan de tên lîstin ji vê hewcedariyê derketiye. Kışık, tame,  gurpez, sê mal, neh mal, çûz, ji van lîstokan hinek in. Mirov dikare lîsteyan van lîstokan dirêj bike.  Ji ber ku avahî 6 mehan di bine berfê de dimînin. Mirov neleyize dê çawa bike.  Di nava mekaneke wisa de lîstok hatine afirandin.  Tenê ne lîstok. Zargotin jî din ava vê rewşê de hatiye afirandin.  Hun dizanin di jiyana gelan de wêje bingeha xwe ji zargotinê hildide.

Di nava zivistanê de mirov hine caran neçar jî dimîne. Mesela ji gundeki biçî gündeki din berf dibare û firtone dertê. Ba û bahoz êdî rê nadin ku mirov bilipite.  Ev neçarî bi xwe re çareyeke hizrî (xeyalî) haniye. Hizir. Ji bo alîkariye kesên ki tengasiyê de mane bike heyberek hatiye çêkirin. Wekî baweriyekî heta îro hatiye.  Lî hespê boz siyar dibe, şûrê wî di destê de  berfê diqelêşe û mirovan ji şepê rizgar dike. Ji bine berfê derdixe. Xizir û nebî wekî çandekî kevneşopiyeke zivistanî ye.  Ji ber k u welatê ku berf lê dibare kesên ku neçar dimînin pir in. Hêviyek nebe mirov nikare karen xwe yên  rojane jî bidomîne. Ma kul i welatê me nexweş bi piranî di demsala zivistanê de çê dibin. Alîkarî bêtir pêwîst dibe. Mirov mecbûre ku here hewara hev û din.  Dema ku pişta me bi xidirnebi germ be em qet nafikirin xwa diavêjin rê. Diçin alîkariya hawcedaran dikin. Ev heyber  ji ber hewcedariyan çêbûye.  

Ne tene zivistanê.  Dema ku kêmasiyek çê dibe li ser ziyaretan hewara Xizir tê xwestin. Rojeke taybet hatiye danîn ku di nava salnameya kurdan de jî cihê xwe girtiye.  Roj an jî şeva Xidir-nebî. Ev jî kevneşopiyekî kurdan a qedîm e.

Heyberek jî şahmaran e. Ji tirsa maran ev heyber hatiye çêkirin. Em naxwazin ku mar bi tene sere xwe bijîn. Xweza pergal dixwaze. Pargala maran jî şahmeran diafirîne. Di deste xwe de digire. Dema ku ji tirsa şahmaran nebûya marên insan ji holê rakirana.

Heybera keça behrî ne heybera me kurdan e. Heybereke behriyan e.  Di nava behre de neçar bimîni naxwazî bê xwedî bimîni. Keça Behri heybereke wekî Xidir-nebî’ye. Keçivanê di behre de ji aliye bahoz û firtoneyan ve neçar dimînin naxwazin ev tirs di dile wan de bibe wekî nexweşiyekî. Keça behrî cesareta rê dide wan. Bi vê cesarete derdikevine ser behre.  

2.   WÊJE

2.1.Wêje bi gelempêrî çi tişt e?

Di nava jiyana civakî de hin buyerên xweş an jî nexweş hene. Ev dema ku tên gotin mirov pê disekine. Dema mirovan pê derbast dibe. Mirov hin tiştan jê him dibe.  Van gotinan mirov bi gelempêri dikare têxe du beşan.  Zargotin û wêje.

Zargotin tiştên ku ji aliye gel ve hatine afirandin û nenivîsi ne. Bi gotinê hatine heta îro. Wêje ji tiştên ku ji aliye kesên hostayê zimên ve hatine afirandin re tê gotin. Xwediyê zargotinan gel in.  Berhemên wêjeyê ji aliye kesên navdar ve tên afirandin. Wek mînak: Roman beşekî wêjeyê ye. Nivîskarên romanan kifş in. Lê destanên ku ji aliye gel ve hatine afirandin xwediyekî/e wan nîn e. Berhemên efsane, destan, mîtolojik cureyên zargotinê ne. 

2.1.1.Beşên wêjeyê

Mirov dikare bi du cureyan nişan bide.

2.1.1.1.Zargotin:

Zargotin ew berhemên ku ji aliye gel ve tên afirandin zargotin in. Zargotin berhemên gel in. Cureyên zargotinê pir in. Çîrok, zugotinok, metelok, kurteçîrok destanên nenivîsi xwediyê wan nediyar û hwd.

 

2.1.1.2.Wêjeya klasik

Wejeya ku ji aliyên wêjevanan ve hatiye afirandın e. Wêjeya nivîskî jî tê gotin.  Weki mînak: berhemên Dostayevski, Tolstoy, berhemên wêjeya klasik ên cihanê ne.  Cureyên wêjeya klasik pir in.

Nivîsên sererast, Roman,  Çîrok, Cerebe, Maqale, Nivîsên gernasiyê, Nivîsên şanoyî, Serpêhatî, Biyografi, otobiyografi, nutuq, hevdîtin, sempozyum, Destan, helbestên Evînî, lorin, helbestên Arûzî, helbestên bi pîvan, helbestên bêpîvan û hwd.

2.2.Rola wêjeyê di nava jiyanê de

Jiyaneke bê wêje wekî xwarineke bê xwê ye. Xwarin bê tam e. Di xwarinan de tûjahî, şirînahî, şorahî, tirşahî, an jî mizahî çi tişt be din ava gotinan de wêje ew tişt e. Yek tama deve mirovan e yên din tama jiyanê ye. Wek mînak: dema ku mirov helbestên Cegerxwîn dixwîne ji halekê dertê dikeve haleke din. Qasek ewil digirî, qasek şûn de tamarê qehremaniyê radibin. Gotinên xweş din ava wêjeyê de tê gotin. Gotineke çiqas ne xweş be jî din ava wêjeyê de bê gotin mirov nikare tişteki bibêje. Derbarê mirovan bixwe de be jî li mirovan xweş tê. Gotin xweş bibe wateya wê ne xem e. 

Mezinan gotî ye: Gotina xweş maran ji qulê diwaran derdixe.    

Mirov dikare bibêje  wêje ji bo kurdan bêtir xwediyê erkekî ye. Mesela şevên dirêj ên zivistanê li ber çirayekî destana Mem û Zînê bê gotin çira her çiqas beje êdî rabin razên ezê bitemirim jî mirov naxwaze ev destan biqede. Ka dawiya destanê çi dibe. Ev meraq mirovan bi cihê ku rûniştiye ve bizmar dike. Mirov nikare rabe. Mirov hine caran kelogirî dibe, hine caran kene mirovan tên, hine caran bi qehremanî radibî ser piyan.

Çîrokên Rostemê Zal, an jî Mirze Miheme an jî Hesinê Kurd (Niha Huseynê kurdî) dema ku dikevin şer çiqas tamarê stuyê mirıvan hebe radibe.

Dema ku kesên baş diçin ser dilovaniya xwe wê deme lorinek me hemuyan berdide girîn.

Em disa bibêjin cihên ku wêje lê nîn e tama jiyanê  ne xweş e. 

2.3.Li hemberê kevneşopiyan rola wêjeyê

Rola wêjeyê li hemberê kevneşopiyan du cure ne. Ji aliyekî kevneşopiya temam dike.  Di nava kevneşopiyan de cihê xwe digre. Weki Kılama “malan barkir koç bir ê ket. Mişk û mar goştê me bixwin jî dê ev rêwitiyê bidome. Ji aliyekî din ve wêje hine caran li hemberê kevneşopiyan neçariyê tîne ziman. Wê demê gava ku neçar dimîne dest bi esêbûnê  (Îsyan) dike. Yan jî şikayetên xwi tîne ziman.

2.3.1.Rola pejirandın û xurtkirine kevneşopiyan

Jiyana civakê çawa be ew jiyan bandora xwe li ser bawerî, çand û hunera gel nişan dide. Wekî mînak di nava wêjeya kurdan de hine qalibên arûzî hene. Melayê bateyî, melayê Cizîrî, Ehmedê xanî, feqiyê teyran, fuzulî ev qalip bikar hanî ne.

Qalibên arûzî wêjeya çolistanê ye. Ji ber pê hêştiran hatiye girtin. Piştî ku kurd dibin misliman wê deme derbastî kurdan jî dibe.  Şairên kurd jî van qaliba bikar tînin .

Di helbest û klamên Erivanê de hesret heye. Mirovek çawa ku hevalê xwe winda bike û bixwaze dengê xwe bigihîne hevalê xwe bi şewat û bi hisret bang bike. Din ava vê ekole de ev hesreta welêt bandora xwe daye ser klam û mûzîqê.

Klam û gotinên çandê din ava xebatê çandiniyê de çêbûye. Wekî mêrkut. Komek mirov dan dikutin. Û ji wanre rîtimek lazim e. Klameki dibêjin û kare xwe bi rêk û pêk dikin.

Hemû tevgerên listokên govendê ji perçeke jiyanê tên.    

Qîrîn, gotin, stranên dawetê hemû di bin bandora jiyanê de çê dibin.

2.3.2.Rola li hember derketina kevneşopiyan

Hin berhem rasterast bi kevneşopiyan re şer dikin. Jiyana ku ji bona wê/wê hatiye danîn napejirîne. Derdê xwe di nava stran û helbestan de tîne zimên. Wek mînak strana “Kribe”. Di kilamê de behsa kevneşopiyekê tê kirin. Dema ku êzdî keçe xwe didin mêr nadin herkesi.  Hem din ava civaka êzdiyan de hem jî ji civaka êzdiyan der de keça nekarin bidin. Heta bawerîya wan destûr nede nikarin keçikê bidin.  Demak ku mirov bibe krivê hev  mirov nikare hev bixwaze. Ji ber vê yeke deste aşiqa nagihîje hev. Ev tışt waha hatiye ziman:

Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê

Di kevneşopiyên kurdan de krîv nikare keça krîvê xwe bixwaze.  Bixwaze jî naye dayin.

Êvar hatî xewa’m nayê, Şev dirêj e sebra’m nayê
Derdê kirîv ketî canê’m, Te ez kuştim ez helandim
Min xwestî bû bavê neda, Derdê kirîv ketî canê’m
Derdê kirîv ketiye dilê’m, Ez heliyam ji bo te lê

 Kesên ku desten wan nagihîje evîna wan pir bi derd in. Ev klam ji bona vî derdî hatiye ziman.


Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil,
Fenanî gakî bê werisî bê cil
Fenanî kirasî qolî bê mil,
Fena dara bê şalûl û bilbil,
Fenanî xasbexçekî rûtî bê gul

Bila dilê rezîl bi dil be,
Tûrê parsê li mil be,
Parsa meriv ne li vir be,
Nava dazdeh duvalê ecnebî,
Ûrisan li mala Emerîkanê gewir be
Parsa meriv birije,
Tûrê meriva ê qûl be,
Meriv li ber dîwarê evda be,
Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be
Ber seryê meriv kevir be,
Malxirabo ser rexa meriv gunî be,
Bin rexa meriv postê jûjî be,
Tek bila di dêrisê gundan de,
Dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil

Hine caran derde bê derman dikeve bedena evîndaran.  Diçin li ber deriyên hekîman lava dikin. Di nava vê lavayê de tiştên k udi jiyanê de bînin ziman jî jiber derde xwe tînin zimên. Strana hekîmê serhedê de ev tişt waha hatiye zimên.

Were bêje Hekîmo Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî
Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî
Evdal im evdal im nemînim nemînim wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne
Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê bîne vî alî
Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara

Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî
Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî
Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne

Hinek hewara xwe tînin zimên.

Çemê çetelê oy çemekê sare xalo oy
Kesî xwêr xwasî oy civabekî bidin ji xalê min ê Evdo begê re

Belê çemê çetelê deşta potîne
Welatê xerîbê gurbetê karê xwe bike xalo
Belê benda ronîya bendekê girane
Destê mi kelepçe de rizyane xalo
Wî de xalo oy ez girtime oy xerîbîyê

Çemê çetelê oy çemekê bi genime xalo
Eskerê romî oy destê mi xistin kelepçê
Berê mi dane rêka dûrê nizanim terim kuderê
Welatê xerîbê gurbetê karê xwe bike xalo
Belê benda ronîya bendekê girane
Destê mi kelepçe de rizyane xalo
Wî de xalo oy ez girtime oy xerîbîyê

Hinek buyerekê tînin zimên. Buyereke civakî û siyasî. Dilêşa xwe ye giran didin ber çavên me.

Ezê rаbim melhemekî çêkim bi kîloyа, bi derhemа, bi kevçiyа.
Ezê li ber serê birîndаrê mаlа bаvê xwebim
Kederа dilê xwe yê ji kul rа. Îşev ji êvаrа xwedê dа, xwe re bikime dazdeh ciya

 Bê heçî kesê nаvê wî bisilmаn be, Dîn û îmаn ji bonê hebe,

heyа dunyа xweş û аvа be, bîr nаke kesîretа Geliyê Zîlаn zаr û zêçê serê wаn sungiyаn.

Hinek qedexe yan qul dikin

Ehmedo ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î
kuro gede tu ne mîr e, ne hekîm e
li bala dilê min evdala xwedê de
tavî kî ji tavî ya biharê
meha gulan û nîsan û adar e
li ser sing û berê min evdala xwedê de
ne dixûricî ne dibarî
ehmedo lo lo …

ehmedo ronî heyran navê min besna ye
kuro keder navê min besna ye
li tilî û pêçî minê ar morî wek şemaye
de sing û berê min evdala xwedê
ji te re mîna kûşk û seray werçî ma ye
de berê kerîyê pezê xwe ser de gêr ke
min ê bi hemdê xwe ji te re destûr da ye
ehmedo lo lo

Qedexeyên olî û exlaqî digel kevneşopiyan qul dike. Hezkiriyê xwe vedixwîne doşeka Mîr.  Ê ku vî karî dike jî jineke kurdan e. Ev buyer di destana zembîlfroş de derbast dibin.

Zembîlfiroş lawikê feqîr e

 Were ser doşeka Mîr e

Bidim te guliyên herîr e

 Lawiko ez evîndar im  

Ji bona evîna xwe ji dê û bavê xwe re derewan dike. Ji destana Dewrêşê Evdî.

Delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, wаy delаl, wаy delаl
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo deweşo
Dewreşe li dile min sîwаr bû, li dere mаlа bаve min peyа bû
Dewreşe li dile min rebene sîwаr bû, li dere mаlа bаve min we porkure peyа bû
Xwede xerа bike deste min ji аgire cixаre, fincаnа hаtin û çûyinа mevаnа xаlî nebû
Min dît keçikа cînаrа xebere ne bixere ji min re dihаnî vаx
Digo: le le porkure mа tu nizаnî Dewreşe dile te xeyîdî, ber bi mаl bû
Wê gаve çаven min mînа tаviyа berf û bаrаne ji hesirа xаlî nebû, ez nemînim.
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delаlo wаx

Delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, wаy delаl, wаy delаl
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewreşo
Dewreşo lo, were mаlа bаve min mevаnî, Dewreşo berxo, were mаlа bаve min porkure mevаnî,
Eze ji Dewreşe dile xwe re dаyînim
kulаvekî sor ye Xorаsаn’e
Eze ji Dewreşe dile xwe re serje bikim mihа sorа ser berаnî
Gаvа kаle bаve min û pîrа dаyîkа min gotin : le le porkure kаnî mihа sorа ser berаnî аx
Eze bibejim korbûno şivаne me lаwike xelke bû, şev bû tаrî bû bа bû bаrаn bû, ji çole nehаnî gurа xwаrî
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delаlo wаx…

Delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, delаle min wаy delаl, wаy delаl, wаy delаl
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewreşo
Dewreşo berxo ne bi hаtine qet ne bi çûyîne, Dewreşo lo ne bi hаtine qet ne bi çûyîne аx
Dewreşo berxo heft birаye min hene li ber kuştine, kаle bаve min û pîrа dаyîkа min ser teneşoye li ber şûştine wаx
Gаvа çаven min porkure bi çаven derweşe Evdî kine kаlî merа diketî ji min wekirî temаmî sаx e li heyаtа ve dine
Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delаlo wаx…

Mirov hezkî mela be, heskî feqî be bi dilê xwe nikare. Melayê cizîrî ji bo xatûna ku dil jê biriye waha dinivîse.

Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê Dil ji min bir dil ji min

Surşêrînê nazenînê Kuştim û nakî yeqînê
Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min

Roniya çavên Mela yî Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî Dil ji min bir dil ji min

Wêjekarê mezin ê Kurd Siyahpûş derdê xwe waha tîne ziman.

Ya Reb çi ‘eceb mame li wê husn û cemalê

Wê dîm zerî û sur perî û ebrû hîlalê

                Gerden wekî şûşê safî ye dûr e ji ‘eyban

                Zulfên di reş xal lê diken ceng û cîdalê

                Singê spî û sade ye lewhê sîmê saf e

                Narinc û turincên ter û leymûnê zîba lê

 (Siyahpûş, 1999)

Feqiyên teyran derde xwe yê ku ji kesî re nikare bîne ziman bi riya wêjeyê dibêje.

Ey dîlberê qet menale

Feqiyê teyran êdî kal e

Ew kalekî pir bê hal e

Wêran ez im malam xirab

Ey Dilberê de tu zanî

Kulîlk vebûn çîya  û banî

Bilbil pirs kir Feqî kanê

Wêran ez im malam xirab

Li baxê min bû zivistan
Ay dîlberê dem gulîstan
Çilmisî gul, bax û bostan
Wêran ezim malêm xirab

Tu him gul î him rihan î
Tu him derd î him derman î
Him hekîm î him loqman î
Wêran ez im malêm xirab