Min Çi Dît

  1. MIN ÇI DÎT?

Ez warek bûm

Wareke bê hempa,

Derguşa mın bû

şarıstaniya heri kevnar

di hembêza çot çeman de

li ser axa min dijiya mak

a mirovahiyê

diza şaristaniyên nû

yek bi yek

wek

gulên berbi ro

dojeha min buhuşt bû

li hember çolên Ereban

her kî hate ser min

 ez hebam

min jî ew hebandin

min hov jî dîtin

li ser kaniyên xweyên qerqaş

wek pêsîrên keçên çardeh salî

pê lê kirin

Ez herimandim bi nalen hespan ên bi xwîn

Li ser zeviyên nû bişkivî

Kuştin maka min

A ku ez dîtim û pêşkeşî cihanê kirim

Xak

ma bê mak

Ez bi xwîna kedkarên xwe hatim avdan

Şûr rabûn

Li ser seren çiyayên bilind

Ên nîvê ezman

Û ber bi roj

Toza pê wan

Tarî kir roja min

Talan bû bêrawestan

Kedên destan

û kedên mêjuyên yekemin 

li mezrabotan  

vegeriyan dengên şûran

bûn balafir

rabûne ser tixubên derewkar

Siyaseta qirêj

Bû wek mar

Mêjû xwar

Wek ajalên li ser milên dehaq

Rabû kawayê hemdem ê hesinkar

Şer kir li hemberê

Barbar

û kesên zulumkar

ên bêhempa.

Min çi dît?

Tav qulubîn di heriyan de

Li ser axa min a jiyankar

Lîleke bê binî

Bû deryayeke derewan

Mêjeke bê destnimêj

Duayeke bê amîn

Ez çavên xwe digerînim

Bi hêstirên xwîn

Ka xwediyê min

Ên bê derew

Pak û paqij

Ka çiyayên min ên bê mij

Kaniyên min bê xwedî mane

Tijî bûne pêsîrên min

Dergûşa min di tariyê de

Nikarim hişiyar kim

rakim

ji nû ve bidim mêjandin

bi pêsîrên tijî

û bi tîrêjên tavê

min çi dît?

Xwîn digirîn malen wêran

Di bêdengiyeke tarî de

Û hestiyên di devên ajalan de

Dijiya derûniya min

Rojê dida

Ez ronî dikirim

Lê nedidît

Çavên mîlkêşandî

Rewşa min

Kesî nedibihîst

qêrîna min ên li ser diwaran

û denge milên dişkestî

min zarokên berxwedanê dît

li hember tomayên dîn

zarokên dest biçûk,

dev biçûk ,

bêfil biçûk

bi çavên xwe yên hûr

didîtin pirsgirêk ka çiqas kûr

ewqas zor bû çareserî

her keçeke dest bi kergexan

diçandin tîrêjên rojê

li ser çiyan

wek agirê newrozê

geş dibû jiyaneke bê hempa

dayikên mezrabotan

dil disotan

li ser welatê perçebûyî

û li ser tixûbên mafên mirovan(!)

dayikên dilkovan

xwarin çê dikirin

ji serjêkerên xwe re

Halepçe

Dersim

Û li ser axa geliyê zîlan

Di dilen wan re diçûn kevçiyên dar

Di nav xwarinan de

Rêça wan wekî birîna şûr

Lê mecbur

Bi hêviyeke bê hêvîdar

Neçar

Dibûne evîndar

Ên serjêkerên xwe.