Ji evîna dile min Muqadesê re…

Hevala min

Delala min

Dil zelala min

Di salvegera şadbuna min de

Bêhneke nû bûyî

Ji bo min.

Li gel te

Salek derbas bû

Saleke bê hempa

Çadirên sar

Û kolikên Erdhejê

Buhuşta min bû.

Esmaneke qul

Zivistaneke reş

Di bin pêyan de erdhej

Malên xirabûyî

Sûkên bê kes

Di pêvajoyeke ne xweş de

Sîtavkek bûyî

Di tariya dile min de

Gülmek ava sar

Di çolistana tanêtiyê de

Berfînek

di bin berfa reş de

Bi hatina te re evin..

Erd rabû

Xiroşî bi kelecan

Xwe hajand bi hezaran car

Ezman qul bûn li ser me

Ji rê derket zivistan

Saleke zor bû ji bo me

Derûniyeke xirab

Zareke mirîbûyî

Haleke bê hal

Bi qareqar

Bi qîjîn û qûtîn

Bi galegal

Cellat bûne xilaskar

Di qirçûmekên erde  de

Di vê zulme de

Dost û dijmin tevî hev bûn

Ji ber alîkariya pil û pirtan

Êê xwedê

Ya reb

bibe xezep

Li Cihaneke xerab

Li vê dojeha nedîtî

Lê wekî ku te dîtî

Ez şad im

Bextewar im

Hatina wê

Bû tava dile min

Wekî hêviyên li ser çiyên min

Berfan qul dikin

Ronî dikin

Şevên tarî

Dile min germ dikin

Di nav çadirên sar de

Wekî te

Bûne buhuşt ji bom in

Kolikên Erdehejê

Hevala min

Evîna li ber dile min

Destê te di dest min de

Lêvên şekirîn

Hembêzeke germ

Ramûsana ji dil

Hevjîna min

mil bide min

xirab dibe

bila xirabe cihan

çi dikin bila bikin

Xweda û şeytan

Hurmuz Ehrîman

Li hevkevin bila  erd û ezman

Biheje bila bi deh hezaran car

Mirî bibin jî zar

Zivistaneke sar

Dê nebin asteng

Ji hevaltiyeke Delal

Ji pêşerojeke zelal re

Çi dikin bila bikin

Tirk

Fars û Ereb

Ê ku neyar

ên gelen min in

Dîtinê de nasyar bixuyên jî

Rizgarî dê were

Tav bilind dibe

ji bin tarîtiya asoyên me re

Mêze bike

Bi hewl û hêviyan

Bi hayedarî

Belê îro tarî

Û zulum tijî ye

Lê mezinan gotî ye

Li dawiya her tengasiyê

Firaqetiye

Digel hemû kelemên jiyanê

Tu gula ber bêhna min

Pîroz be bila

Salvegera şadbûna min

Ez ji te pir hez dikim

I love you

Je t’em

Dile min di te de ye

Hevjîna min…