Bi ikram İŞLER re Hevpeyvîn (Arif ARSLAN rojnameger)

1-Hun dikarin bi kurtasî xwe bidin nasîn?

Ez İkram İşler’im. Di sala 1965’i de li gundê Pêrtaxê ku girêdayê Erdîş’a Wanê ye hatime dinê. Zarokatiya min li Erdîşê derbast bû. Ez li wê derê mezin bûm. Dibistana seretayî, ya navîn min li Erdîşê qedand. Piştî lîseyê min Zanîngeha Enqerê fakulteya Dil ve Tarih-Coğrafya beşa Civaknasiyê qedand. Piştî leşgeriyê min dest bi mamostetiya Felseefeyê kir. Li Stembolê di Enstutiya kurdî ya Stembolê de 17 sal xebatên kurdolojiyê meşand. Piştî 28 salên mamostetiyê ez li Wanê malnişîn bûm. Niha xebatên xweyê taybet dimeşînim.

2- Çima we pêwist dît ku hun liser kilîmên Kurdan pirtûkekê binivîsin?

Çanda me Kurdan çandeke pir zengîn e. Bingeha çanda mezopotamyayê em dikarin bibêjin ku hê jî di nava çanda kurdan de dijî.  Zimanê kurdî lewma pir zengîn e. Çîrokên kurdan, kilam û stranê kurdan, Lîstokên wan bi kurtasî hemû tiştên wan ê giranbaha ji aliye dagirkerên welatê kurdistanê ve hatine dizîn. Dest dane ser û bi navê xwe bikar tînin.  Xalî û xalîçeyên me kêlimên me jî ji vê dizî û yexmekariyê nesîbê xwe hildane. Îran û Turkiye li tevnê me xwedî derdikevin. Keda desten Jin û keçen kurdan dibin li derve wekî kû wan çêkirine bi ser navê xwe difroşin. Yanê navên kurdan didizin. Lê hê jî nizanin ku nexşên li ser van tên çêkirin tê çi wateyê.

Min nexşên yi ben wan meraq kir. Ez pey meraqa xwe ketim. Min hingî kola dît ku ev nirxên Mezopotamya berê nişan dikin. Xebata min bû wekî xebateke arkeolojik. Min hingî dikola dîrok dirijiya ber min. Ev nexş nexşên kurdan bûn. Çanda kurdan derdixiste hemberê me.

Ev xebat hem wê nirxên meyên netewî  ji kurapiya dîrokê derxista holê. Wekî xirabereşkê ku bi deh hezaran sale di bin axê de hatiye veşartin. Li gorî min  herdû xebat jî ji bo me kurdan heman tiştin. Hem jî meye nirxên xweyê dîrokî ji destên dijminên xwe rizgar bikira. Hêviya min ew e ku kurd li vê xebatê xwedî derkivin û ji vê halê kambax xalîçe û kêlimên xwe rizgar bikin.

3-  Ev berhema we çawa û bi vekolîna çend salan derket hole û gelo çavakanîyek destê wê de hebû ku hun jê sût wergirin? An jî mînakên (pirtûk) di vî warî de hene.

Ev fikir li Stenbolê hate hişê min. Min berê wekî pêşkeşiyeke dîtbar tiştekî biçûk çê kir. Li Enstîtuya Kurdî ya Stembolê pêşkêşî hevala kir. Pir hate pejirandin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê birêz Şefik Beyaz ez hembêz kirim û got: “Ji boy xwedê zû binivîse. Ev xebateke pir baş e.  Ez êdî ji dikanê xalîçefroşan derneketim. Min wêne kişandin. Wêneyên nexşên ser xalîçe û kêlimên kurdan. Bi hezaran wêne ketin destên min.  Mine w dane ber hev û nirxandin. Paşê ez hatime welêt.  Îjar min li ku dere nexş dîtin yan wêne yan jî fîlmên wan kêşand.

Çima ku mirov hassas dibe çi çavkanî dinihêre hildide.  Di pirtûkxanêyên Stenbaolê de ez ketim pey çavkaniyan. Lê mixabin pirtûkên li ser hünere pir bihabûn. Min hine caran hemû pereyên xwe dida pirtûkekî tenê. Minhingî pirtûkên tirkan dinihêrî rikê min zede dibû. Ez bêtir pey diketim. Profesorê Tirkan bi tevahî pirtûkên xwe dedigotin: xalî û kelim li ser erdê cihanê de diyariya me Tirkan e. L3e me dizanbu ku xalîçe jî kelim jî bi xabata bav û kalen kurdan hatiye holê. Dema kum in ev pirtûk dixwandin rikê min pir zede dihat ez bêtir dixebitîm.

Li agirî, li bazîd, Patnos, tutax,  li wanê Erdîşê, Muradiye, Çalêdêran, Başkale, li colemêrgê, li geverê, li milazgirê, li amedê li Mêrdînê. Nisêbînê. Û hwd. Ez çume kûderê min wêneya xalîçe û kêliman kişand.  

Li wanê berpirsyarê atelya ya xalîçeyan Enver Ozkahraman alîkariyeke baş da min. Ji bo çuyina milazgirê Mele Usivê Celalî alikarıyke baş da min. Hevalên min bi giştî alîkarî dane men. Ev xebata derkete holê.  

Dayikên ku bi min re hevpeyvîn çêkirine û ji min re agahî dane ji pir in. Agahiyên ku wan dane min pir giranbahane. 

Xebat di deh salan de derkete holê.

Di nava xebatên zanîngehên Tirkan de hien xebat hene. Lê ew xebat li ser mijarê agahiyên dorfireh nadin. Li ser wateyan nexşan hine pirtûk hene lê wateyên ku ew dibêjin pir qelsin û têr û tijî nînin.  Ev xebat li ser vê xebateke yekemin e.   

4- Gelo we çima pirtûka xwe di alîyê felsefîk û mîtolojîk de nivîsî ?

Min 28 salan mamostetiya fermî felsefeye kir. Di hişê min de bingeheke Ramanwerî (felsefe), Civaknasî (sosyoloji), Giyanzani (psikoloji), Hişnasîn (mantik), hebû. Ji bilî van min di zanîngehê de ji beşên Mirovnasîn (Antropoloji), Gelnasin (Etnoloji, halkbilimi), ders hildabû. Ez ji bo vî karî ji aliye zanînê ve amadebûm.  Mirov dema ku jimîtolojiyê, ji felseefeyê ve an jî ji gelnasiyê fêm neke mirov nikare karekê waha bimeşîne.

Meraqa min a mîtolojiyê hebû ji xwe. Min pirtûkê mîtolojiya yewnanan pir dixwend. Ji xwe em biçûtayê heta niha bi propagandaya dîn mezin bûn.  Din û mîtolojî ne dûrî me ye.

Xweda û xwedewandên mezopotamyayê şekle xwe dabûne ser xalîçe û kêliman. Yên bere bi vî wateyê çêkiribûn. Lê yên niha ku wan kopya dikin wate winda kiribûn.  Min tenê ev wate ji dîrokê derxist û ji nüve da ser nexşên kurdî. Ji erdkolîna (erkeoloji) hişê kurdan derxiste holê.  Kêmasiyên me hê jî pir in. Pir nexşên me hene hê jî wateyên wan derneketine holê. Em li ser wan dixebitin., 

5-Dema xwandakaran ev pirtûk xwandin dê bigehîn têgihiştek çawa û dê agahîhên çawa dest bixin?

Xwendekarên cara yekem dîroka miravahîyê gelempêrî bi awayekî yekpare dê hinbin. Ya duyem din ava dîroka mirovahiyê de dê dîroka kurdan hinbibin.  Hunera kurdan, kevneşapiyên kurdan, û baweriên bere yên kurdan bi aweriyên mirovahiyê ve girêdayî dê hinbin. Dê hinbin ku  bav û kalen kurdan ji wanre dîrokeke şaredarî (Medenî) hîştine. Wekî hine gelen din hocvtî (barbartî) an jî yexmekarî xanimethezî, nehîştine.  Em bê dewlet jî nemane. Me heta niha pir dewlet ava kirine û xerab kirine. Xwendekarên me divê vê dîroke serfirazî hinbibin û sere xwe bilin bikin.  Me pir tişt dane mirovahiyê. Yekî wan jî xalîçe û kêlim in.

6- pirsên min ev bûn, gelo tiştê ku hun bi xwazin zêde bikin hene?

Ji bo eleqedariya we spas dikim. Pir tişt hene bên gotin. Lê ev di pirtûkê de hatine nivîsandin.  Xwenderên tiştên ku me gotine tenê na pir tiştên dine jî bibinin. Dê bi dîroka xwe serfiraz bibin.

pir spas.

Spasxweş. Di xebatên we de serkeftin dixwazim.