Perwerdehî Çi ye? Şert û mercên wê çi ne?

Perwerdehî, bi Erebî wek “terbiye”, bi tirkî wek “eğitim”, bi fransizî wek “education” hatiye bi navkirin. Bi navê wê ve jî kifşe ye ku gihandina kesan an jî sewalan tîne bîra mirov. Waha hatiye nasandin. Perwerdehî: pêvajoya gihandinê ye. Mirov dikare bi pirse ka kî ji bo çi kesekî/ê an jî ajalekî bigihîne. Di gihandinê de armanc çiye gelo? Bi kîjan şert û mercan pêk tê? Gelo di gihandinê de her tim encam erêniye yanî na? Ji aliyekî din de mirov dikare pirs bike ku cureyên perwerdehiyê çine? Gelo li gorî erdnigariyê û li gorî demê diguhire yanî na? Gelo têkiliyên perwerdehiyê û çandê bi hev re çi ne?

Mijara perwerdehiyê bi rastî jî mijareke pir dorfireh e. Ji ber ku mijareke pir dorfireh e, di nava demeke kin de mirov nikare bîne ziman.

Li jore jî me gotibû perwerdehî pêvajoya gihandinê ye. Şekil dayina mêjuyê mirovan e. Yanê mêjîşuştine ke. Beriya ku şeklekî bidî mêjuyekî divê tu şekle berê ji holê rakî. An jî tiştên ku tu naxwazî li wir bisekine divê tu wan tiştan jê bibî.    

Perwerdehî bi pir aliyan ve divê bê nirxandin. Ji aliyê derûnasiyê ve, ji aliyê civakî, ji aliyê, aborî û hwd. Li gorî armancên xwe her kes wateke din dide perwerdehiyê. Mînak: dizek dixwaze ku kesên di dest xwe de, wek dizekî bigihîne. An jî kujerek kesên kujer dixwaze bi afirîne. Minak Dewleta Tirk li gorî ramana xwe ya nû (Li Gorî Paradîgma ya xwe ye nû) kesên xwe afirandiye.

Ji alıyê civaknasiyê ve jî mirov dikare bibê je ku perwerdehî girêdayî hêmanên dinê civakiyê ne:

Ew hêman ev in:

  1. Rastî (Hewcedarî): Rastî yên hemû kesî cuda ne. Her welatek li ser erdekî dijî. Welat çiya be rastî li gorî wî, çolistan be li gorî wî, welateke behrî be rastîli gorî wî diguhure. Cil û berg, kevneşopî, muzîk, hatin û çuyin, û hwd tev li gorî rastiya welêt digurin.

Ji aliyê din ve rastî li gorî deman ji diguhure. Rastiya duh û ya Îro ne yek e. Li heman cihî li gorî demê rastiya kesan an jî ya gelan digihure. Mirov li dîroka kurdistanê mêze bike tê digehîje ku her dem bi xwe re rastiyeke nû tîne.

  • Raman: Her rastiyek bi xwe re ramanekê diafirîne. Hiz kî bila li gorî demê bê fikirandin an jî li gorî erdê bê fikirandin her raman li gorî rastiyan dertên holê. Raman ji hewcedariyên gel an jî nêrînan çê dibin. Nêrin hine caran dibin kevneşopî, Ehlaq, ol, edetên cihanê, wêje, zargotin û hwd. Hine caran jî dibin siyaset dertên ser cihanê. Dema ku bû siyaset êdî çalakî pêkanîn û tevger ji vir çê dibe. Gel dikeve nav hewldanekê. Li gorî hewcedariyên nû raman û siyaset çawa ku tên afirandin wisa jî tên meşandin.
  • Siyaset: Dema ku tevgereke siyasî li ser ramaneke nû derkete holê wê demê tekoşînek dertê pêşiya mirov. Şer çê dibe. Ku tevgera nû biserkeve bi xwe re kesên nû yên li gorî hewcedariyên xwe yên nû  diafirîne. Ev kes li gorî hewcedariyên nû an jî siyaseta nû tên afirandin. Yanê her siyasetek bi xwe re kesên xwe diafirîne. Ew kes êdî kesekî/ê nû ye.

Ji ber ku her tevger bi xwe re ramaneke nû tîne; Perwerdehî jî li gorî ramana nû, ji nû ve tê afirandın. Her tevger ji xwe re keseke nû dixwaze. Derûneke nû dixwaze. Ev kes divê li gorî derûniya nû bê afirandin.

Minak: Li Emerîqayê dema ji koledariyê rizgarbûn siyaseteke nû û kesên nû hatin afirandin. Li Yekitiya Sovyetan piştî tevgera Lenîn û hevalên wî perwerdehî guhurî û bi wê perwerdehiya nû kesên nû hatin afirandin. Heman tişt li Tirkîyê, li îranê û li welatê frensî, li welatê Çînê derkete holê.

  • Aborî: Piştî siyasetê Aborî jî bandoreke erênî an jî neyînî li ser perwerdehiyê dike. Derfetên gelekê çiqas baş bin mirov dikare binêje ku ew gel, kesên ku hewcedarî pê dike bi derfetên baştir û bi kedeke kêm û bi demeke kin de dikare bigihîne.
  • Çand (Ol. Wêje, Huner û Hwd.) Di nava gelekî de Em bibêjin ku wek nirxekê ol derketibe pêş wê demê perwerdehî hiltîne bin bandora xwe. Perwerdehî li gorî olê diguhure. Naveroka perwerdehiyê bi olê tijî dibe. Li franseyê piştî ihtilalê kesên li hemberê olê hatin gihandin.

Nirxên civakî yên din jî wek huner, ehlaq an jî kevneşopî perwerdehiyê dibandorînin.

Di dîroka kurdan de jî heman tişt pêk hatine.

Di dema Selahedînê Eyûbî de kurdan ola îslamiyetê tam pejirandin. Mirov şandine bexdayê ji bo perwerdehiyê. Ew kes dema ku vegeriyan hine ramanên nû derketin holê. Îslamiyet wek herwcedariyên kurdistanê cardin fikirîn û mesela Şêx Hadî êzdayetî, Evduqadirê Geylanî  Ramana Sûnîtiyê hanîn û perwerdehî li gorî van ramana li dar xistin.

Di dema Medan de zerdeştî, Manîtî derkete peşya me. Perwerdehî di bin bandora olê de hat li darxistin.

Di Dema Îdrîsê Bedlîsî de Yavûz Sultan Selim medrese xurt kirin. Dema şêxan û seyîdan destpêkir. Rola wan Li kurdistanê zêde bûn. Perwerdehî li gora vê rewşê ji nû ve guhurî.

Dema ku komara Turkiyeyê hate damezrandin perwerdehî li kurdistanê cardin guhurî. Lê ev perwerdehî ne li gorî derûniya kurdan bû. Kurd di vê perwerdehiyê de dihatin înkarkirin. Perwerdehî ji aliyeke din ve û li gorî hewcedariyên geleke din dimeşiya. Li kurdan nedihat. Pir serîhildan pêk hatin lê çima ku serkeftinek dernekete holê tiştek ne guhurî. Heta tevgereke kurdan a xurt derkete holê ev tişt berdewam bû.

Çawa ku me li jorê jî nirxand, perwerdehî li gori siyasetê jî digihure. 

Tevgera azadiyê dema ku bandora xwe da ser civakê, kesên li gorî felsefeya xwe afirand. Çima ku ev tevger ji dilê kurdan derketibû, perwerdehiya ku wê dixast li derûniya kurdan jî dihat. Ji ber vê yekê perwerdehiya nû ji aliyên kurdan ve hate pejirandin. 

Tevger ji vir şunde çiqas xurt be dê ewqas kesên kurdên ku hewcedarî pê dibîne dê bi afirîne.

Di şehnameyê de behsa Azrê Dahaq dike. Li ser milên dehaq du mar hene. Ew her du mar bi mêjiyên ciwanan têr dibin. Yanê wateya wan maran ew e ku: Mar mêjiyên kurdan dixwin. Şer hemû li ser vî yekê didome. Heta ku ciwanên kurd li serê ciyan zêde bûn. Agrê newrozê dadan û hatin deştê û dawî li van mêjî xwarinan anîn ev tişt domiya.

Dema îro mirov dibîne ku marên ku mêjiyê kurdan dixwin ne dudune. Di destê dijminên kurd de çi derfet hebin wek marê dehaq bûne mêjixwurên kurdan.

Ramanên olî (Îslamperwerî), Ramanên siyasî (Kemalizm, sosyalizm, Tirkperwerî, Erebperwerî, Farsperweri, Gerdunperwerî û mirovperwerî) bi derfetên teknîkî (bi dibistanan, bi televîzyonan, bi internetê, û bi sinemayê û hwd.) ji bo ku me inkar û asîmile bikin têne bikaranîn. Ev tişt tev, dibin marên dehaq û mêjiyên me dixwin.

Tevgera azadiyê ev pêvajo jî berevajî kir. Dema ku Med TV vebû kurd ji mêjîxwarina televîzyonên Tirk, Ereb û Ecem hêdî hêdî dûrketin. Xwe nas kirin. Pêvajoya xwe naskirinê  bi naveke din mirov bibêje pêvajoya vejînê hê jî didome. Hatiye merheleyekê lê ne bes e.

Divê kurd êdî bi zimanê xwe pirtûkan bixwînin. Di nava jiyanê de kurdî bi kar bînin. Dema ku xwandin bi kurdî be nivîskar berheman dikarin bi afirînin. Behrem ku neyên firotin pêşiya nivîskaran dixitime. Nivîsên nû dernakevin holê. Wêje pêş nakeve.  Wê demê tevger çiqas xurt bin jî dê serkeftinên çênebin.

Divê neyê ji bîr kirin ku şer hemû qadên jiyanê de berdewam e. Em ku dixwazin hebin wê demê em mecbûrin ku serbikevin. Di her aliyî ve mecbûrin. Em Mecbûrin.

Ji bo me hemûyan SERKEFTİN! SERKEFTİN! SERKEFTİN!