ZİMAN Û PSİKOLOJİ

yazar:

kategori:

İkram İŞLER

Herodot waha dibêje: ‘Qedera mirovan di derûniya wan de veşartî ye’[2].

‘Derûnî’  li hemberê peyva psikosa latînan, tîn’a Tirkan,rih’a ereban di zimanê kurdî de hatiye bikaranîn. Ji o zanyarıiyê jî Derûnzanî hatiye gotin. Ereban îlmî rih, latînan psikoloji, Tirkan jî tînbilim gotine.

Mijara derûnzaniyê derûniyan insan û ajalan e. Armanca vê zanyariyê ya sereke fêmkirina insana ne. Dixwaze tevgerên însana fêm bike û nexwaşiyên insana sax bike. Bertekên insanî li kuderê çiye wan vebêje. Sedema kirinên wan derxe holê.

Psikoloji jibo insanî zanyareke pir girîng e.  Ji ber ku nexweşiyên insanî yên laşî ji sedî 75 ji xemgîniyê peyda dibe. Yên derûniyê ji xwe sedî sed ji xemginiyê an jî ji tirsê, kelecaniyên din tên. Armanceke Psikoloji an jî derûnzaniyê ew e ku mirovan ji van nexwaşiyan rizgar bike.

Her çiqas armanca lêkolîneran an jî ya derûnzaniyê baş be jî di destê xwedî hêz û desthilatdaran de ji bo armancê siyasî tên bikaranîn. Siyasetmedar zanyarıyên cerebe wekî her agahiyan ji bo armancê xwe bikar tînin. Li vê derê zanyarî û siyaset ji hev cuda dibin. Mijaran û armanca wan ne yek e.

 Wekî mînak hitler li ser jina cerebeyên psikolojik meşand. Jin dane ser sêleke sor bebikên wen di deste wan de bûn. Gelo jinên bebikê xwe beriya xwe bişewitînin an wê xwe beriya bebikan xwe bişewitînin.

Ev cerebe ji aliye zanyariya derunzaniyê ve wekî bê exlakî tê dîtin. Cerebeyên ku li ser insana nayê kirin li ser ajalan tê kirin. Ew jî ji bo rizgarkirina insanî ji nexweşiyan e. İlme insanî destur nadin ku insan di cerebeyên ne baş de bên bikar anîn.

HİN MİJARÊN DERÛNZANİYÊ EV İN.

Organizma (Giyanewer) û der û dora wê:

Tekilaya lebatan (organizma) û der î dora wan di zanyariyan psikolojiye de mijareke bi sere xwe ye. İnsan bi der û dora xwe re çawa têkiliyan datîne. Kîjan çavkanî der û doran çawa digihîne mirovan. Şekê tiştan û rengê wan çav bi me dide seh kirin. Bêhna tiştan difin,denge wan guh, tehma wan ziman, germahî-sermahî û nermahî-hişkahiyan term bi me dide seh kirin.

Ji blî van sehekên lebatî (organik) jî hene. Mesela têrbûn-birçîbûn, Xewîn bêxewînî, Westîn-newestîn ji aliyê sehekên rewşê ve tên zanîn. Sehekên tevgerê rewşa me ye ji aliyê sekin-nesekin, meş, rev û hwd. bi me didin sehkirin. Ava nava guhên me bi me diin zanîn ka em rast  yan jî xar sekinîne. Ev jî sehekên hevsengê (denge Duyumu) ne. Sehekên deme derbastbuyina deme bi me dide sehkirin.

Sehek nebin li der û dora me çi dibe em nizanin. Çav nebe insan kor e.guh nebin deng nayên me. Em bertekên xweyê jiyanî li gorî van sehekan nîşan didin.

Dema ku em tiştekî seh dikin ew tişt diçe li nava mêjû digere dibe mesajeke watedar. Dema ku watedar bû em têdigihîjin ka ev çi ye.  Piştî watedariya vannavê wan dibe Pêhes (algı).

Pêhes buya kare endezyariyekê.  Jê re Endezyariya pêhesî (Algı mühendisliği) tê gotin. Tenê karê endezyariya pêhesî ew e ku dostan baş, dijminan jî çi dibe bila bibe xerab nişan bide.

Ku hêz hebe ev beş karen xwe bi serkeftinî jî meşandiye. Mînak hin siyaset medar sucên wan nebin jî di hundur de tên girtin.

Adolf Hîtler beriya ku wan bikûje sucek ji Yahudiyan re dît. (Ew yahûdi ne. Tenê Yahudîti wekî sucekî lanse kir.) Paşê ew avîte firinan. Tu kesî dengê xwe dernexist. Ji ber ku siyasetmedarekî bi hêz bû. Her kesî dizanî ku derewan dike lê jê bawer jî dikirin. Wî jî digot dema ku tu derewekî bikî lê wê derewî hero dubare bikî gelê bawer bike.

Zimanekî li gorî armanca xwe pêk dihanî. Gel jî ji deve wî çi derketa wekî rastî dipejirandin. Faşizma Elmanyayê bi vî havî derkete holê.

Dema ku ji aliye endezyarên pêhesînê ve gel were amadekirin gotin tev, bê guman tên pejirandin. Bawerîyek çê bû gel êdî wekî pezan e. Tê xwestin mexel tê. Tê xwestin radibe. Çi bê xwestin wî dike. Tabiî ye ku rola olê jî di vir de pir girîng e. Faşîzm olê bikar neyne nikare gel bi xwe bide bawer kirin.

Bertek li gorî seh kirin an jî pêhesînan çê dibin.

Desthilatdar çawa dixwazin gel wisa didin fikirandin. Ji bo vî karî çi alav, amûr pêwist be bikar tînin. Ji bo vî karî aborê pir mezin tên veqetandin.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku bele “gel dikare bê xapandin”. Tenê wan bi tiştekî bide bawer kirin û her tim, bê navber bîne ziman. Ew fikir di serê gel de dimîne dikeve binehişên wî û hêdî hêdî jê bawer dike. Dema ku bawer jî kir êdî dev jê bernade. Rola olê ji bo bawerkirinê pir girîng e .

CUREYÊN HÎNDEKARIYÊ:

Di derûnzaniyê de hin cureyên hîndekariyê hene. Psikoloji her çiqas van jî ji bo armanceke insanî derxe holê jî di destê dagirkeran de li hemberê gelan pir baş ten bikaranîn.

Em niha jî van cureyên hindekariyê binhêrin ka ev cure çi ne:

  1. Şertandina klasik: Hin kes dibêjin ma em seyên pavlov’un. Tu li ser me ceribandina dikî. Belê em dikarin bibêjin ku dagirker li ser gele bindest her cure ceribandinan pêk tînin.

Di dema 12 îlonê ev tışt pir hate bikaranin.Wê deme çepgir û rastgir hebûn. Deste sibê silah didanerastgiran digotin here cihê çepgiran bide ber guleyan. Dane êvarê jî heman silah didane çepgiran digotin wan kesên ji we kuştin hun jî herin wan bikujin. Bi gel leyistin. Dema ku leşgeran dest da ser dewletê gel pir kêfxweş bû. Ji ber ku di destên kujeran de êdî arami nemabû. Her kesî aramî dixwest. Wan jî dizanibûn. Ev plan di desten kesên k şerê taybet dida meşandin de çêbû. Û dizanibûn ku gel dê aramiyê bixwaze.

 Disa di dema desthilatdariya leşgeriyê de piştî duwazdê îlonê deshilatdaran xwest ku civakê ji siyasete dûr bixin.

Ji bo vê projeye bere hin civanan dane werzîşê. Ji bo vî karî aboriyeke xurt veqetandin. Bi radyonan bi televîzyonan ev tişt xistine binehişên ciwanan. Qedera deh sal derbast bû me dît ku ev tişt gihîştiye armanca xwa. Ji ciwanan fanatîkên futbolê derketine holê. Li her mehele camiyek inşa kirin. Berê mezinan dane camiye. Fanatîkên olî ji van mezinan derxistine holê. Jinên malan bi rêzefilmên brezîlyayî dane sekinandin. Qederekî nûçe derketin ku jin ji ber van fîliman ji şaneşinan ve dikevin erde. An jî zar zirarê didin xwe haya dayikan çênabe.

Evdem wekî seyê pavlov bi gel leyistin. Û tiştên balkêş ew bû ku gihîştin armanca xwe. Êdî li ser zimanê ciwanan futbol û keçik, li ser zimanên mezinan fikren olî, li ser zimanê jinan jî fîlmên brezîlyayê hebûn.

  • Şertandina fêşkî (Edimsel Koşullanma): ji bo vê cureyên hindekariyê pir mînak hene. Li ser meymûna, li ser filan û lir ser hespan pir ceribandin hatine bi kar hanîn. Ceribandineke li ser meymûna waha ye.

Pênc meymûna dixine qefesekî. Merdivaneke bi pê datîne nava çadirekî û muzekî li ser wê merdevanê darda dikin. Meymûn bixwazin dikarin herin wê mûzê hildin. Lê pirsgirêkek heye. Dema ku nêzîk dibin ava kel bi ser serê wan de tê xwarê. Kîngê xwe diceribînin rastî ava kel tên. Lê tu car nikarin ka dê çawa mûzê hildin û bixwin. Paşê êdî ji neçariyê dev jê berdidin. Neçariyê himdibin. Ew di şuna xwe de disekinin. Ji nava wan meymûnek tê guhartin. Yekê derdixin yeke nû dixine şuna wê. Êdî ava kel jî hatiye girtin. Av tune. Wê demê Kare wê yê yekemin hildana mûzê ye. xwe davêje mûzê lê hevalê wê xwe digihîne wê temiz dikutin. Kutana xwe dixwe ew jî êdî naçe jorê. Meymûneke din diguhurin. Meymûna nû jî xwe diavêje jorê ku mûzê bixwe. Lê ew jî kutana xwa dixwe. Ya balkêş ew e ku meymûna ku beriya wê hatiye ji hemûşka bêtir lê dixe. Yê bere lêdixin ku nece ava kel bi ser serî de neye. Lê ev meymûna ku cara yekemin hatiye guhartin nizane ka çima lê jî dixe. Lê ji hemûya bêtir meymûna dawiyê dikute. Bi dorê ve meymûnan hemuyan diguhêzin mûz hê jî li jorê ye. kutan dibe wekî kevneşopiyekê. Kes êdî nizane çima nahêle. Lê her kes hev û din asteng dike nahêlin kes wê mûzê hilde.

Cerebeyeke din jî li ser filan hatiye çêkirin: li hindîstanê fil dema ku hê biçûkin. Pê wan bi zincîran gire didin. Fil wê demê dikin nakin nikarin zincîrên lingên xwe biqetînin. Heta ji wan tê diceribînin. Dema ku êdî bawer dikin ku dê nikaribin biqetînin. Dev jê berdidin. Ew zincîr êdî di qeydê pê wan de dimînin. Mezin dibin. Ku careke din biceribînin dê bikaribin bi qetînin. Lê êdî qet naceribînin.

Minakek jî li ser hespan em bidin: Ê ku hesp bikar hanine dizanin ku gema hespan tu biavêjî ser darekî tu gire nedî jî hesp naçe. Ji berk u hesp dema ku biçûk buye pir ceribandiye ku bende xwe biqetîne. Lê nikaribuye ku bend biqetîne. Wisa pejirandiye. Hîmê neçariyê bûye. Êdî tenê ben li darekî jî bialînin ji bo revê û qetandinê tiştekî nake.

  • Modelgirtin: Hun zanin ku ciwanênniha çi xort be çi keç be ji televîzyonan, ji sînemayan, ji Înternetan ji xwe re modelan digrin. Ew model di perwerdihiya wan de cihekî girîng digire.

Ev yek ji aliyê dagirkeran ve pir xweş tê bikaranîn. Beriya televîzyonan sinema hebûn. Keç û xort ji malen xwe direvîn ku herin bibin artist. Diçûn diketin kolanan, ji aliyên nêçîrvanên vî karî ve diketin dest. Dest bi karên xirab dikirin. Jiyana wan perişan dibûn. Niha jî ev tezgah ji aliyên hin kesan ve tê bikarinîn.

  • Hîndekariya Agahdarî: Li dibistanan, di fêrgehan de ev cureyê hindekariyê tê bikaranîn. Hîndekariya bi peyvan e. Bi gotinan an jî bi gotûbêjan tê pêkhanîn. Li vêderê hindekariya ideolojik, olî, ilmî û hwd. tê kirin. Bi rêk û pêk û bi bernameyên ku bi salane tê amadekirin tê meşandin.
  • Hindekariya motor: Ev cure hîndekarî di nava pêvajoyê de pêk tê. Tiştek dema ku bê hînbuyin berê pir ecemîti paşê hêdî hêdî hostatî pêk tê. Hîndekariyan ajotina tiştekî, bikaranîna alavekî bi vê avayê tê hînbuyin. Di jayana leşgerî de dema ecemîtiyê, hostatiyê ji hev cuda ye.

Jİ ALİYÊ DER Û DORAN VE HÎNDEKARÎ:

Derûnzaniya ji bo hîndekariyê behsa sê çavkaniyan dikirin. Lê îro çavkanıyeke din jî li van zêde bûye.

Ev çavkanî ev in:

  1. Malbat: Zarok heta dema dibistanê di deste dê ûbavê xwe de perwerdehiyê dibine. Piştî çuyina dibistanê jî perwerdehiya malbatê didome.
  2. Civak: Zarok dema ku tê dema leyistandinê civakê bi rêya zarokên din dinase. Dema ku têkilî i civakê re carekî çê dibe êdî heta mirinê dewam dike. Çavkaniyeke pir girîng a perwerdehiyê ji ev e. Zarok di nava lîstokan de ji zarokên din pir tiştan him dibe.
  3. Dibistan: Zarok dema ku diçe dibistanê perwerdehiyeke bi rêk û pêk dibine. Bi bernameyên pisporî tê perwerdekirin.
  4. Medya: Ji biçûktayê heta mirinê ger zarok be ger mezin bibe keç û xort bibe çi dibe bila bibe her tim bala insanî li televizyonan, li radyonan, li telefonan, li internetan xwalî nabe. Tiştên ku nikare ji her sê çavkanıyên din him bibe ji van tiştan hîm dibe. Mirov dikare bibêje ku bandora çavkaniya çaremin ji bandora her sêyan zêdetir e.

Pisporên perwerdehiyê bandora van çavkanıyan xweş dizanin. Ji bo pêhesînan amûrên pir baş in. Me bere gotibû ku desthilatdar ji bo ku bandora xwe li ser gel bidomînin her amûrê bikar tînin. Em van bikarhanîna di nava jiyaneke rojane de nişan bidin. Ji aliye guhartina ziman li mesele binhêrin.

Dema ku sibêhê zû radibî li nûçeyan meze dikî ew peyvên ku di telezîzyonê de digihîjine mêjûyên te bi piranî Tirkî ne. Li nûçeyên welatê xwe meze dikî, di nava qalibên tirkî de wan difikirî. Diçî derve, li kolanan Tirkî tê axaftin. Li telefona xwe meze dikî wekî hejmarên kolanê ew jî bi tirkî tê binavkirin. Hejmaran tirkî bi lêv dikî lê hevalê te bi tere kurdî dihaxive. Di navberê de dimînî. Diçî dibistanê li wê derê kurdî qedexe ye. Qedexe nebe jî qet nîn e. Ew zimanekî biyanî ye. Ne ji van deran e. Ji wir dîsa dertê yî kolanê navê hemû tiştî bi tirkî hatiye nivîsandin. Diçî kafeyan her kes bi tirkî dihaxive. Êvarê teyî malê dayika te bi te re kurdî bihaxive jî di bin bandora televîzyonê de gotinên wê bi piranî tirkî ne. Diçî odeya xwe dibêjî ez dê azmûna xwe biqedînim. Pirtûkên te bi tirkî ne. Rikevî sibê cardin dest bi rojê dikî ev tişt cardin dibare dibin.

Di nava jiyaneke rojane de mêjuyê te di bin bombardûmaneke pir xetere de dimîne.

Divê ku bê zanîn her zimanek xwediyê qayde û şêweyên cuda ne. Ji aliye zimanzaniyê ve ji aliye fikirandinê ve rêzikên her zimanî cuda ne. Minak: pirtûka xwendinê em bibêjin. Em ê tirkî bejin okuma kitabı. Heta êvarê di hişê me de okuma kitabî rûdinê. Hevalên me dema ku ji me kurdî bipirsin ew çiye di destê te de? Di bin bandora zimanê tirkî de jê re dibêjin “Okuma kitabiya min e” Divê ku me bigota “pirtûka min a xwendinê ye.”

Ji vî tiştî re derûnzan waha dibêjin: dema k udi binehişên miroekî de sibe hebe dema ku bixwaze bibêje êvar wê demê dibe ku ji deven wan sêvar derkeve. Bixwe di firqa vê yeke de nîn e.

Lê mixabin em di bin bondora kolanê de, televizyonan de, dibistanê de û ya herî xerab jî em di bin bandora malbata xwe de dimînin. Û ji pirtûka xwendinê re dibêjin okuma kitabiya min e. Li vê derê axaftına me êdî ne bi kurdî ye, ne jî bi tirkî ye. Em bi bandora zimaneki din ji zinamê xwe qetiyan û êdî zimanê me ne bi kurdîye jî.

Her çar çavkaniyên hîndekariyê jî ji te tiştekî dixwazin. Hişên xwe an jî binehişên xwe bi tirkî tijî bike. Derûniya te heta qederekî li ber xwe dide. Lê piştî demekê êdî ev berxwedan jî bê wate dimîne. Dema ku te berxwedan jî danî aliyekî wê demê êdî tu ne kurdî. Navbera Kurdan û Tirkan de ma yî.

Êdî Tirkmancî. Yanî bê esilî. Te eslê xwe wenda kir. Mêjûyê te ji te û eslên te hate şûştin. Çanda te ye ku ji cihanê re buye stûn cihanê li ser piyan digire ji destên te derketiye.

Te wekî kesên li der û dorên te, xwe berda destê kolanên qirêj. Te ji eslê te dur xist. Hêdî hêdî zanebûnên berê jî tên jibîrkirin.

Pispor dibêjin dema ku hun dixwazin tiştekî bidin ji bîrkirin. Wê demê qet behsa wî tiştî nekin. Di jiyana rojane de zimanê xwe neynî bîra xwe zimanê te yê ji te dûr bikeve.

Ziman tiştekî zindîye. Dema ku bê bikaranîn geş dibe. Dema ku neyê bikaranîn diçilmise. Wekî gulan e. Weke derûniya mirovan e. Kesekî/ê tê jêhezkirin çawa dilgeş dibe. Lê kes jê hez neke dixeyîde. Ji mirovan dûr dikeve.

Dema ku neye bikaranîn çîrok ji me dûr dikevin.

Gotinê peşiyan ji me dûr dikevin.

Mêvanti yan jî mazuvanî yên bav û kalan ji me dûr dikevin.

Helbest ji me dûr dikevin.

Lorînî, dengbêjî, stranên dawetan, klimên cimaetan ji me dûr dikevin.

Xalî û xalîçe ji te dûr dikevin.

Kesayeti ya me ji me dûr dikeve.

Esil û asas ji me dûr dikevin.

Koka me ji me dûr dikeve.

Dema ku Nirxên me tevahî ji me dûr ketin êdî em ne em in. Em êdî ji xwe re bîyan in.

Tiştên ku tu pesnê xwe pê bidî ji derûniya te dur dikevin. Êdî tiştek î baş di deste te de nemeya. Peyv çûn, hejmar çûn. Çîrok çûn. Xalî û xalîçe çûn. Baweriya ku li te tê çû. Zimanê te ji desten te standine. Te bê kok hîştine. Te ji pesindariya bav û kalan dûr xistine. Wekî insanê bê esil, bê kok, bê namus, bê şeref êdî tenê di nava aboriya froşger de ma yî. Tiştê firotinê digeri. Ji ber kû ev kolan vê kesayetiyê didin mirovan. Mirovan ji kesayetiya xwe û ji nirxên xwe dûr dixin. Bê kes û bê kesayetî, paşê jî bê nasname dihêlin. ji xwe dibêje ev çine loo. Hemû jî bêwate ne. Tenê tiştek heye. Tiştek tenê bi wate ye ew jî pere. Ku pere hebe hemû tişt jî heye. Ku pere nebe tiştek jî nîn e.

Ji bo van kesan mirov dikare waha bibêje. Dema ku pere pêşiya hemû tiştan tê. Wê demê pêşiya namûsê jî tê. Ku wisa be ev kes jinê malê biherin li kolanê bifiroşin. Hemûyan têxin pere. Zaten xwe firotine. Birayên xwe an jî xwîşkên xwe çima nefroşin.

Em di malekî de rûdiniştin. Li pêşiya malê darekê çamê hebû. Dar roj bi roj bilindtir dibû. Hingî bilin dibû serê xwe ji asuman re dihejand hingî diçû ji koka xwe ya di axê de dûr diket. Min lê dinihêrî. Rojekî min ew şibande kurdan. Dema ku serê xwe ji bayê re bihejîni, koka xwe neparêzî, dê rojekî yekê were koka te bibire. Serê te yê xweşik dema ku kete erde tê wê demê bizanibî ka çiqas ji xwe re biyan bû yî. Sere te digihîşte ewran. Lê koka te di axê de bû. Te koka xwe ji bîr kir. Êdî kî çi zane ku tê bibî êzingê kîjan sobeyî.

Serê mirovan li ewran bibe jî divê mirov koka xwe ji bîr neke. Koka me zimanê me ye. Kevneşopiyên me ne. Çanda me ye. Nirxên me yên ku li ser axa Mezopotamya gihîştiye û hê jî jiyana cihanê av dide ne.

Koka me pir di kûrahiya axê de ye. Kesê ku ji bîr bike dê xirabiyê tenê li nefsa xwe bike. Bi hezaran sale bi her cure hovitiyan bi her cure bişavtinan ketine ser vê kokê nikarin ji şuna xwe bileqînin, dawî lê bînin. Tişte bikoka darê nayê tenê çiqa derê dibe êzingê sobeyan.

Silav û hürmet..


[1] Nurten Baykurt Lise psikoloji Ders Kitabı Altıntepe yayınları, Ankara,2009

[2] Alfred Adler, İnsan doğasını Anlamak, Çev. Deniz Başkaya, Atlantis yayınları,  27. Baskı,İzmir,2016 s.9


Yorumlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir