İkram İŞLER
Mamoste
Hewcedariyên mirovan yên bingehîn li hemû deran heman tişt in. Naguhurin. Xwerin û vexwarin, xwe kirin, raketin, hewcedariyên zayendî, di hemû kesan de hene. Mirov bi vana liyan ve li her derê wekî hev e. Zanayekê Rusî (Maslow) hewcedariyên mirovan yên Gerdûnî tespit kirine. Ev hewcedarî ev in. Hewcadariyên laşî (Fizyolojik) (Xwerin, vexwarin, zayîn, zayendî, û hwd.) piştî van hewcedariyên din ev in: Ewlekarî, hezkirin, rêzgirtin, û xwenîşandan. Mirov bi ku de here ev hewcedarî pêsîra mirovahiyê bernadin. Ji berk u mirov bi van pêwistiyan hene. Ev pêwistiyên mirovan ên bingehîn in.
Niha werin em hine mirov bi jorda berdin ser erdê û ji aliyên van hewcedariyan ve raçev bikin ka dê çawa bikaribin bijîn. Hine mirov bila bikevin nava çolê. Gelo di nava çolistanê de mirov çawa dijîn. Mirovên li vê derê jî birçî bin. Wê tî bin. Pêwistîyên wan ên jî dê bi zewacê (an jî bihevre bûyinê) hebin. Bi ewlekariyên, an jî bi hezkirinê dê hebin. Dema ku mirov birçî dibin çavên xwe li tiştên xwerinê digerînin. Dema ku ev hewcedarî nehate çareser kirin mirov jiyana xwe nikare bidomîne.
Çand, ji van pêwistîyan dertê holê. Gelo ev kesên, li çolê çi bixwin. Dê çi li xwe bikin. Dê Avahiyên çawa çêbikin û bikişinê. Ev kes mecbûrin ku li vir çandekî li dar bixin. Li ser çanda ku ev kesên li dar bixin de dê bandora çolistanê pir be. Wek mînak avê pir grîng be. Dê dest nekeve. Ji ber vê yekê jî dema ku hine ava me hebe divê wek tişteke pîroz bê nirxandin. Wek mînak ava zemzemê. Di çolê de ava zemzemê pîroz hatiye nirxandin.
Werin em hine mirov jî daynin ser çiyayê bûzê. Gelo di nava van çıyayan de jiyanê çawa bimeşe. Dê çi bixwin, çi li xwe bikin. Dê li ku derê rakevin. Gelo rabûn û runiştandina van û yên li çolê de dê bibine yek. Di navbera van de çi guhartinê çêbe. Heman hewcedarî li çolê û li ser çıyayên bûzê dê çawa çêbe. Ew ê jî li der û dorê xwe binihêrin. Li gorî wan çi alav û navgîn bi kêrî van pêwistiyan hebin ew dê wek tiştên pîroz bên pêşwazî kirin. Em dikarin Civaka Eskimoyan ji bona vê jiyanê mînak nîşan bidin. Kevneşopiyên Eskîmo’yan li dijê Ehlaqên me hatine li darxistin.
Çawa çol li ser çandê bandorekî dike wekî çolê çiyayê bûzê jî bandorekî li ser jiyanê dike. Zimanê kul i ser çiyayên bûzê çê be mormale k udi bin bandora sarahiyê de bibe. Têgehên zimên wê li gorî welatên bûzê werine afirandin.
Wekî jorê em hine mirov daynin ser destkî, an jî daynin ber çemekî, yan jî daynin serê çiyayê kurdistanê. Mirov bikevin ku derê dê çanda xwe li gorî wê derê biafirînin. Bi çandê re girêdayî jî zimanê şeklekî hilde. Yanê yê ku ziman dibandorîne jiyan bixwe ye. Jiyan çawa be zimanê jî wekî jiyanê be. Ne kêm ne jî zêde.
Di çanda ku li dev-behra hatiye ava kirin de Keça behrî (Deniz Kızı), di çanda kul i serê çiyan hatiye afirandin de ji Şahmaran heye. Heta vê dawiyê jî hê din ava cihêzên bukan de şeklê şahmaran hebû. Wekî din hemû kevneşopî û baweriyên berê li gorî vê rastiyê edetên civakî edetên xwarin û xwekirinê ji nava jiyana civaki de dertêne holê.
Em hemû dizanin ku çandin li rex çema destpê kiriye. Bi taybet jî li rex çemê Dicle û Firatê. Cara yekemîn çand li vê derê derketye pêşberî mirovahiyê. Li gori zanistê genim an jî nisk an jî nok em xistine mirov. Li Mezopotamya yê, li Mısrê, Hindistan û li Çinê çandin çê buye. Lewma ev çar der wek şaristaniyên herî kevnar tên nirxandin. Li van deran ziman jî pêş ve çuye. Bi çandê ve girêdayî peyv çê bûne.
Têgah hatine afirandin. Li gori erdnîgariya van deran raman derketine holê. Bawerî çê bûne. Wêje, zargotin, stran, mitbaq, huner, ol, hemû li gorî erdnîgariyê an jî çawa tîne ziman li gorî jiyana aboriyê hatine afirandin.
Em ji vana ciyan ve hine mînak bidin: Wêje ya niha di nava dersên Tirkiyê de tên dayin bin av veznê arûz ji ber pê hêştiran hatiye girtin. Folklora behra reş ji ber masiyên bi nav Hamsiyan, Salnameya ku niha tê bikaranîn ji ber çandina genim hatiye girtin. Stranên Erivanê kesên ku ji welatê xwe dûr ketine ji kurahiya dilê wan derketiye holê. Hunera kurdan li ser xalîçeyan xwe nîşandayina ol û baweriyên mezopotamyayê ne.
Ev Hemû tiştên jiyanê bê guman bandorê li dser ziman dikin.
Niha jî werin em li ser ziman bisekinin hinekî jî. Berê çend gotin:
“Zimanê netewekê rihê wê ye.Rihê wê jî zimanê wê ye.” (W. Wan Humkolt)
“Ziman neynoka çandê ye.” (K. Vossler)
“Eger ku ziman nehatibe afirandin mirov wek miirov nikaribû bijiya” (Rossi Londi)
“Sînorê ziman Sînorê jiyanê ye”. (Wittgenstein)
“Ji ramanyarê mezin yên çînê Konficius pirsîne: “Dema ku derfeta birêveberiyê bidana te, te yê berê çi rast bikira? Waha bersiz dide:“Bê guman minê cara yekem ziman sererast bikira. Ji berk u ziman bi qusur be têgeh nikarin ramana bînin ziman. Kur aman baş neyên ziman, wê demê kirinên pêwîst nikarin rast bên kirin. Dema ku spartek rast pêk neyên wê demê jî birêvebirî û çand wê xirabe. Dema ku îdare û çand xirabe dadê ji rê derkeve. Dad ji rê derket gelê şaş be. Wê nizanibe ku çawa tevbigere. Dema ku gel şaşo-paşo bu tu kes nizane ku dawiya karê çawabe. Ji ber vê yekê ye ku min ê cara yekem ziman sererast bikira.”
Bi hezar salane Kurd li ser axa mezopotamyayê dijîn. Li Mezopotamyayê çi biye kurdan yan bi xwe kiriye. Yan jî jiya ye. Çanda jinê dîtiye. Çanda koledariyê, çanda feodalî dîtiye. Çanda kapîtaliyê jî nû dijî. Ji berk u kurd li vê derê jiyane ev buyer hemû di zimanê kurdan de hene ji ber vê yekê jî zimanê kurdî pir zimaneke zengîn e. Zimanê kurda wek hunera kurdan, jiyana kurdan nîşan dide. Li gorî jiyana kurdan hatiye afirandin. Ji xwe her zimanek li gorî jiyanekî tê afirandin. Jiyan jî çawa kum e li jorê anî ziman li gorî erdnîgariyê û li gorî aboriya gelan tê afirandin.
Ji ber vê yekê ye ku baweriyên gelan hev û din ji hev nagrin. Jiyan cuda be bawerî raman û hwd jî cuda dibin. Her civak xwe bi zimanê xwe tîne ziman. Yanê îfade dike. Herî baş riya îfade kirinê zimanê dayikê ye. Biçûktaya xwe de ew ziman di nava mêjûyên wî/wê de buye.
Dema ku mirov ji zimanê xwe dûr ket mirov nikare xwe bîne ziman. Dema ku mirov xwe nikaribe bîne ziman wê demê davêje nava xwe. Mirovên herî bi stres ew kesên ku nikarin xwe îfade bikin ew in. Mirovên ku mêla wan bi karanîna sûcan hene jî ev kesin
Em bi mînakekî vê tiştê bînin ziman:
Mesela agır titekî baş e yan tiştekî xirabe? Gelo li gorî olan ji cehnemê derketiye yan ji cinnetê derketiye? Hun dizanin ku li gorî İslamê agir ji cehnemê derketiye û tiştekî ne baş e. Heta cin û şeytan ji agir hatine afirandin. Li gorî kesekî di çolê de bijî bifikire mirov dibîne ku ev raman rast e. Lê li gorî ola zerdeşt agir tiştekî baş e û ji cinnetê ye. Ji ber ku li kurdistanê zivistan heye agir li vê derê tiştekî pir baş e. Yanî esas rastiya kurdan di ola zerdeşt de hatiye ziman ji ber ku ola zerdeşt li ser vê axê hatiye afirandin. Agir tişteke pir pîroz e. Ji ber ku hewcedariyeke mezin pê heye. Ava zemzemê ji bo islamê çi be agir ji bo zerdeşt ew e. Erebek deme were qersê dê bizanibe ku agir tişteki çawa ne. Disa Keseke kurdistanî dema ku diçe hec dibîne ku ava zemzemê çiqas pêwîst e.Li gorî van rastiya wateya sembolên olî, hunerî wêjeyî hemû jî divê ji nû ve bê şîrove kirin.
Li gorî vê rewşê zimanekî gelekî li rastiya gelekî din nayê. Her ziman weki qalibekî hatiye afiırandin û li rastiya gelekî din nayê. Dema gelek zimanê xwe li geleke din ferz bike yanî bişavtinekî pêk bîne wisane rihê wê gelê ku tê bişavtin tê kuştin. Bi zorê zimanekî din bi axivî tu wê demê xwe tam nikarî bînî ziman. Dema ku kesek xwe nikaribe bîne ziman baweriya xwe winda dike. Dibe wekî zarekî. Sergêjayî kî mezin di serê wî de çêdibe. Çawa ku kincekî mirov li mirovekî din neyê û herkes pê henekên xwe bike. Henek ku zêde bûn dibe rastiyekî mirovan. Mirov xwe biçûk dibîne. Û baweriya xwe bi xwe wind dike. Kesekî ku baweriya xwe bi xwe winda kir dikeve pey keseki din. Pê ve tê girêdan. Wê demê li çanda xwe nikare xwedî derkeve. Çanda ku esas li rihê wî tê biçûk dibîne û dawiya vê yekê de jî kesayetiya xwe winda dike. Bê nasname dimîne.
Îro kurd di vê rewşê de ne. Berê bi baweriyên kurdan hate leyîstin. Bawerî guhurîn. Paşê zimanê din hatine hîmkirin. Paşê hebûna kurdan hate inkar kirin. Rola kurdan yê di dîrokê de hate veşartin. Û ew wek tirk Ereb û Faris hatin nîşandan. Paşeroja wan hate ji bîrkirin. Kesên ji ne ne bawer hatin gihandin. Neteweke ji xwe ne bawer an jî ne hayedar hate afirandin. Ji bo vê yekê divê wek normal were dîtin ku kurdek tinazên xwe bi xwe bike. Xwe li hemberên diminê xwe biçûk bibîne û bixe.
Kesekî ku li ser piyên xwe nikaribe bisekine qedera wî ew e ku bendeyê kesekî din be.
Çend gotin:
“Em bizanibin ku netewên ku haja wan bi nasnameya wê nîn e di bibne xwarînên neteweyên din. K.Atatürk
“Xwe bizan e” Sokrates
Li gorî me xwe zanîn rastiya xwe zanîn e. Divê mirov bizanibe k udi kîjan erdnigariyê de dijî.. Rastiyên wê erdnigariyê çine. Bi pir aliyî ve dive mirov rastiya xwe bizanibe. Cihan ciheke pir pîs e.Her kes herkesî hildide bin bandora xwe ku dersthlatdariyê bi dest bixe. Em jî divê wisa bikin. Çima em kulê ketine.
——————————– OOO ———————————–

Bir yanıt yazın