ASÎMÎLASYON Û ZIMANÊ KURDÎ

yazar:

kategori:

İkram İşler

Wateya peyva asîmîlasyonê,  helandin,  veguherandin û her wiha ji esil û kokên xwe qutkirin e,  ji xwe re biyanîbûn e. Ev  peyveke der barê helandin û tunekirina ziman û çand û nasnameya miletên bindest de ye. Asîmîlasyon,  siyaseteke dagirkerî ye, desthilatdarên neteweyên serwer, ji bo netewe û kêmneteweyên ku xistine bin destên xwe de jî bikin parçeyek ji neteweyên xwe (da ku doza mafên xwe yên neteweyî û kêmneteweyî nekin),  ziman û çanda wan qedexe dikin,  ya xwe li ser wan ferz dikin. Asîmîlasyon ji demeke gelekî dirêj ve û ji aliyê gelek serweran ve hatiye meşandin. Lê mirov dikarê bibêje ku,  di pêvajoya kapîtalîzmê de û zêdetir jî di asta emperyalîzmê de ev siyaseta dagirkeriyê bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin. Ev siyaset bi giranî teqabûlî pêvajoya avakirina dewletên yek-netewe û ûnîter dike. Ev jî dewlet û neteweyên kapîtalîst in.

Du cureyên pişaftinê hene; yek jê pişaftina xwezayî ye. Di encama tevlihevbûna miletan de,  bi têkilî û danûstandinên çandî,  aborî û bazirganiyê jixweber pêk tê. Di vî cureyê pişaftinê de zilm û zor tune ye. Çand û ziman û aboriya kê xurt be, ew bandoreke xwezayî li ser ziman û çanda ya din dike û bi vî awayi pişaftineke xwezayî pêk tê. Mirov dikare jê re bibêje entegrasyon jî. Di dîrokê de gelek mînakên vî cureyê pişaftinê hene.

Pişaftina din, ya ku bi esasî em ê li ser bisekinin, ya ku bi zilm û zorê li ser gelan wekî siyaseta nijadperestî û dagirkeriyê tê meşandin e. Hêzên dagirker hemû zimanê xwe li ser miletên ku bindest kirine, wekî zimanê qedîm û sembola şaristaniyê îlan dikin û her wiha zimanê bindestan jî wekî nîşana paşverûtî û bêşaristaniyê nîşan didin. Dewleta Emewiyan, ereb wekî “Qewmê Necîb” îlan kir û zimanê erebî jî wekî zimanekî îlahî,  wekî zimanê dinya  û axîretê waaz kir. Yanî ji bo pişaftinê wan navê Xwedê jî bi kar anî,  li ser navê Qur’an û Xwedê derew kirin û bi van derewan gel xapandin û dagirkeriya xwe li ser wan bi awayekî kur û fireh domandin. Di encama vê siyaseta derew û xapandinan de bi hezaran mirov û malbatên kurd xwe seyîd û şêx îlan kir û axaftina bi erebî,  xwendin û nivîsandina nivîsên bi erebî wekî rûmet û payebilindiyekê pejirand.

Pişaftin an jî asîmîlasyon,  siyaseteke miletkuj e, ji ber ku armanca vê siyasetê helandin û tunekirina ziman û çanda miletên bindest e, jê re qirkirina spî jî tê gotin. Ji bo vê yekê jî dagirker ziman û çanda bindestan qedexe dikin,  ji wan re tu qad û derfeteke jiyanê nahêlin. Baş tê zanîn ku ji bo çand û zimanan qada jiyanê perwerdehî ye,  xwendin û nivîsandin e,  bi sazîbûn e,  weşan û çapemenî ye. Heger ev qad li ber ziman û çandekê bêne qedexekirin û ev navgînên jiyanê tenê di xizmeta çand û zimanê serdestan de bimînin,  di encamê de dê ew ziman û çandên bindest qir bibin, pişaftineke miletkuj dê pêk were û ew gelê bindest dê bê nasname bimîne. Ev 80 sal in Komara Tirkiyeyê li ser gelê kurd vê siyaseta miletkuj dimeşîne.

Belê,  bişaftin,  ji ber ku siyaseteke miletkuj e,  ji ber ku ziman û çand û nasnameya miletan tune dike,  ev siyaset li gorî hiqûqa navneteweyî,  li gorî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê û di wijdanê mirovahiya azad de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye pejirandin û mehkûmkirin. Piştî Peymana Lozanê hetanî niha Tirkiye li dijî gelê me vî sûcê mezin bi awayekî bêperwa dimeşîne.


Yorumlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir