LÊKOLÎNEK LI SER KOVARA ZENDÊ

yazar:

kategori:

Enstituya Kurdî ya Stenbolê di sala 1996’î de biryara amadekirina kovareke kurmancî  da. Du weşan ji bo ceribandinê derxist. Piştre  hejmara yekemin derxist.  Di pêşgotina vê hejmarê de ji bo derxistina kovara Zendê waha tê gotin.

Xwendevanên hêja,

Bi hejmara yekem a kovara zanînê Zend em bi hev re ne. Heta niha me du hejmarê  ceribandinê derxistin. Di van hejmaran de, gelek kêmasiyên me yên ji alî zengîniya naveroka kovarê û teşa wê ve hebûn. Bi hejmar yekem heta ku ji destê me hat me xwast em van kêmasiyan ji holê rabikin.

            Zend, di nav kurdên bakurî de, kovara yekem a akademîk û zanistî ye. Armanca me ew e ku, hemî zanyarên kurd ên ku dixwazin bi zimanê xwe yê maderî  di warê pisporiya xwe de berhem bidin, û nivîsên li ser zanînê yên bijarte bi riya wergerê ji kovarên zanînê bigirin û bigihînin  xwendevanên Zendê. Em hemî zanyar, lêger û lêkolerên kurd nivîskarên xwe yên sirûştî dibînin. Ji bo ku gelê kurd êdî kanibe ji dinya zanînê bi zimanê xwe haydar bibe, ji pênûsên kurd xwastina me ew e ku, di nav rûpelên Zendê de cihên xwe yên resen bigirin.

            Di Zendê de nivîsên, li ser hemî warên zanînê tên weşandin. Çîrok, kurteçîrok, helbest, stran, klam û senaryoyê lîstikên şanoyê û fîlmên sînemê wekî di kovareke çandî û hunerî de nayê weşandin. Nivîsên lêgerî û lêkolerî yên li ser van mijaran di Zendê de tên weşandin.

            Nivîs bi kîjan zaravê kurdî ji me re bê, em bi wî zaravî diweşînin. Heke nûserê me nivîsên xwe bi tîpên latînî û bi tîpnûsê an jî komputir binivîsin, dê di rêzkirinê de xeletî û çewtî kêmtir bibin. Yên ku di destên wan de ev imkan tune ne, nivîsên xwe yên kurdî yên bi tîpêan erebî an jî krîlî, bi tîpnûsê binivsin, em dê bi awayekî hêsantir û têkûstir veguhêzin tîpên latînî.

            Di vê hejmarê de, ji bo ku xwendevan ji devokên kurdî yên cûrbicûr haydar bibin, û di derbarê nivîsandina kurdî ya îroyîn de rasterast bibin xwedî dîtinekê me redaksîyona nivîsan hema hema çênekiriye. Li gel haydarbûnê, em dıxwazın xwendevan û nıvîskarên me lı ser nûsîna nıvîsên kovarê jı me re dîtın ûramanên xwe yên hêja bışînın. Dı hejmarên dıwarojî de, em dê redaksıyonê bê kêmasî çêbıkın.

            Heke nıvîskarên me, dı şûna peyvên bıyanî de, peyvên jı zaravên kurdî bı kar bînın em dê bextewer bıbın. Jı ber ku peyvên bıyanî zaf bıkartînın, peyv û têgıhên kurdî yên zanînê dı zımên de zortır bı cıh dıbın û gelek kurd ên ku bı zımanê bıyanî nızanın, dı têgıhîştınê de dıkevın tengasıyek bê wate.

            Hinek nivîsên me yên vê hêjmarê ji kovarên zanistî yên bi zimanên cûr bi cûr ên welatên cihêreng hatine wergerandin. Hinek nivîs ji aliyê nûseran ve bi tirkî ji me re hatine nivîsandin, me wergerandine kurdî.

            Di vê hejmarê de nivîsên li ser babetên cihêreng hene. Em dixwazin di demên pêşiya xwe de  babetên nivîsan zêdetir bikin û kovareke ji her alî ve zengîntir û xweşiktir bigihînin destê xwendevanên nivîsên li ser her beşê zanînê.

            Heta hejmarek nû, bimînin di xweşiyê de…    ZEND

Di hejmara yekemin de serknivîs an jî naverok waha ne:

Xalekî Dojehî /Medenî FERHO

Halet û têkiliyên civakî aboriyê kifş dikin/ Huseyin DENiZ

Li gerdûnê, çavê me hubble çi dibîne?/ Saadet KOÇ

Dîrok û Serpêhatiya Laşê Mirov/ Şareza AVER

Tîfo/ Dr. Î. OMERÎ

Bazirganiya Çekan ya Navnetewî û li ser Tenduristî Kelija wê/ Wictor W. SiDEL

Karnameyî Erdeşîrî Babekan/ Ehmed ŞERÎFÎ

Nêrînek Li Salnamê /Feqî Huseyn SAĞNiÇ

Hewkarî dewletanî dagirker /Cabbar QADÎR

Koçberî/ Kerem SOYLU

Ware mirov ku der e ?/ Kuyaş ÖRS

Çend nuştey û kitabê kirdkî/ J. ESPAR

Bingeha çîroka Kurdî / Zeynelabîdîn ZiNAR

Hunerê Kirmanca de cayê kilaman 1/ Lerzan JANDiL

Ziman û rêbazên zimanzanînê /Çetin ÖZEL

Dahûrîna li ser pêşveçûnên fonolojîk ên di kurdî de/ Hamid MAHAMEDÎ

Li Ser Alfaba Kurdî/ Raîf YAMAN

Di hiqûqa komara Tirkiyê de dij Kurdîtî/ Robîn REWŞEN

Di hunerê de teşe û naverok/ SÎleyman DANiŞMAN

Bi Nihêrînek Gelemperî Sînema/ Yilmaz KELEŞ

Di derbarê gelên Mezopotamyayî de bîbliyografya gernamên Ewrûpiyan/ Mehmet BAYRAK

Derheqê Rastnuştena Kirdkî (Kirmanckî) de Kombiyayîşê Stockholmî/ Cemil GÎNDOĞAN

Ripinê Gelan Bi Ziman Tê Nasîn/ Torî

Çawa ku ji naverokê jî tê fêm kirin Zend kovareke zanyari ye. Bi zimanê Kurdî pirsgirêkên civakê, pirsgirêkên zimên, pirgirêkên xwezayê, dîrokê, çandê û hwd. Tê ziman. Bi awayekî zanyarî li ser mijarên balkêş lêkolîn, lêgerîn, nirxandinê zanyarî di kovarê de cihên xwe girtine.

Kesên ku di lijneya amadekariyê de bi guhurin jî ev naverok her tim wekî xwe ma.  Hê jî di zendê de mijar bi awayekî zanyarî tên lêkolînkirin. Ji rêbaz (Metod)ên zanyariyê destên xwe nakişînin. 

Ji bo danasîna ZENDÊ hejmara 6.emîn di daxuyaniyeke bi zimanê Tirkî waha hatiye nivîsandin.  Me ligel Tirkîtiya vê nivîsê wergera nivîsê jî pê re danî.

“ZEND’ÎN 6. SAYISI ÇIKTI

            İstanbul Kürt Enstıtüsü tarafından yayınlanan bilimsel araştırma dergisi Zend’ın 6. sayısı çıktı.

            Biliniği üzere tamamıyla Kürtçe olarak yayınlanmakta olan Zend’ın şımdıye kadar altı normal sayısı dışında iki tane de deneme sayısı çıkmıstır. Zend’de ağırlıklı olarak Kürtçenın Kurmancı lehçesı ile yazılmış yazıların yanısıra Kürtçenın Kirdkî(Zazaki) ve Sorani lehçeleriyle de yazılan araştırmalar yer almaktadır. Zend de Kürt dili ve tarihiyle ilgili araştırmalar başta olmak üzere diğer birçok konuda da çok sayıda inceleme ve araştırma yayınlanmıştır.

            Derginin amacı Kürt bilim adamları, aydınları, tarıhçı, bilimci ve araştırmacıları arasında ilişki kurmak ve akademik bir zemini geliştirmektir.

            Zend’ın ilk sayısında bu konuda şöyle bir belirleme yapılmıştır. Zend, kuzey Kürtlerı tarafından  kuzey de yayınlanan ilk akademik ve bilimsel dergidir. Bizim amacımız kendi anadilinde eser vermek isteyen Kürt bilim adamlarının çalışmalarını ve diğer bilimsel dergilerde yayınlanan araştırmaları Kürtçeye çevirip Zend’ın okurlarına sunmaktır. Biz bütün Kürt bilim adamı, araştırmacı ve yazarları kendi doğal yazarlarımız olarak görmekteyiz. Dünyada her ulus kendi diliyle yaşamaktadır. Bu anlamda artık Kürtlerın de kendi dilleriyle bilimin aydınlığından paylarını almaları gerekmektedir.

            Yukarıda belirtildiği gibi Zend dergisi Kuzey Kürtlerinin yayınladıkları ilk bilimsel dergidir. Bu anlamda Kürtçenın bilim dili olarak kullanılmasında Zend’ın üstlendığı rol önemlidir.

            Derginin bu sayısında 20 yazarın inceleme ve araştırmaları yer almıştır. Derginin bu sayısında incelemelerıne yer verılen yazarlar ve ışledıklerı konular şöyledır.

            Cemşıd Bender; Newroz Tarihinin Temeli, Celîlê Celîl; Casımê Celîl, Çıya Mazî; Ozanların Halk Türkülerı, Çeto Özel;  Öğretim Programı Gereklerı ve Analizinin  önemi,  Feqî Huseyn Sağnıç; Dilde Durum, Hesen Mıhemed; Lozan Antlaşması, Îkram Îşler; Zılan Vadisi Meselesı, Kerem Soylu; Kürt Peygamber ve Bilgini Zerdeşt, M. Reşıd ırgat; Mehabad Cumhurıyetı, Roşan Lezgın; Kurdıstan da Zıyaretgah ve Şeyh Dergahlarının Şimdiki Durumu, Vîrya Caf; Kürtçe Radyoları Hakkında Birkaç Söz, Samî Berbang; Gazetecilik ve Türkiye, Şefık Beyaz; Düşünce v özgürlük, Torî; Kürtçenın Cümle Yapısı,  Abdullah Varlı; Sasanı Devletı ve Pehlevı Dili, Seîd Veroj; Kürtçede ‘Mê’ yada ‘Ma’ önek ve Eski Bır Söylem, Zana Farqînî; Fiil Türeten Edatların Fonksıyonları, Ferzende Kaya; Kürtlerde Aşiret Faktörü ve Îhanet, Beşîr Botani; Müzikte Nota ve Müzik Bilimi”

HEJMARA ZENDÊ YA 6.EMÎN DERKET!

Hejmara Kovara lêkolînen zanyariya Zendê  ya 6.emîn derket.

Çawa ku tê zanîn ligel şeş hejmarên zendê yê resen kubi temamî bi zimanê kurdî tê weşandin, du hejmar jî ji bo ceribandinê derketine. Di zendê de bi gelempêrî bi zamane kurdî bi zaraveyê kurmancî weşan çê dibin. Lê ligel vê yeke bi zaraveyê dimilî (kirdkî) û soranî jî nivîs têne weşandin.  Li gel mijarên ku li ser ziman û dîroka kurdî, li ser pir mijarên din jî nivîsên lêkolîn û lêgeriyê hatine weşandin. 

Armanca kovarê ewe kû em di navbera zanyar, lêkolîner, ronakbîr û ramanyarên kurdan de têkilîyeke xurt bînin halê.

Di hejmara yekemin de zende tespîteke waha kiriye: Zend din ava kurdên bakûr de kovareke zanyari ya yekemin e. Divê em kesên ku li ser zimanê xwe, dîrok û çanda xwe dixwazin berheman bînin holê bibinin û nivîsên wan biweşînin. An jî ew nivîsên ku di kovar û berhemên din de hatine nivîsandin wergerînin û pêşkêşî xwandekarên Zendê bikin.

Em hemû lêkolîner û zanyarên kurdan wekî nivîskarên xwe yên suruştî dibinin.  Di cihanê de her netew bi zimanê xwe dijî. Bi awayekî divê kurd jî divê bi zimanê xwe bijîn û ji ronahiya zanyariyê bê par neminin. 

Me li jorê jî gotibû. Zend cara yekeme ku ji aliye Kurdên bakûr ve têweşandin.  Ji ber vê yeke peywira Zendê ji bo ku zimanê kurdî bibe zamaneke zanyari pir girîng e. Di vê hejmara zendê de lêkolîn û  berhemên 20 nivîskarî  cihê xwe girtine.  Ev nivîskan û nivîsen wan ev in:

Cemşıd Bender; Bingeha Diroka Newrozê, Celîlê Celîl; Casımê Celîl, Çıya Mazî stranên dengbêjan ên zêmarî  Çeto Özel;  Girîngiya analîza pêwîstiyan ji bo bernameya hînkirinê,  Feqî Huseyn Sağnıç; Di zimên de Rweş, Hesen Mıhemed; Peymana Lozanê, Îkram Îşler; Mesela Geliyê Zîlan, Kerem Soylu; zana û pêxemberê kurd Zerdeşt, M. Reşıd ırgat; Komara Mahabadê, Roşan Lezgın; nıha kurdıstan de rewşa zıyaretgehan û dergehên şêxan, Vîrya Caf; basek derbarey radyokanî kurdî, Samî Berbang; Rojnamegerî û Tirkiye,  Şefık Beyaz; Raman û Azadî, Torî; Hevoksaziya Kurdî, Abdullah Varlı; Dewleta Sasaniyan î Zimanê Pehlewî, Seîd Veroj; dl zımanê  kurdî de ‘mê’ yan jî ‘ma’ pêşdan û gotinek kevnare, Zana Farqînî; erk u fonksıyonên qertafên lêkercêker, Ferzende Kaya; dl nav kurdan de faktora  eşîrtıyê   û xıyanet, Beşîr Botani; dı muzîkê de nota û zanıstıya muzîkê

Kovara zende hê jî ji aliye enstîtuya Kurdiya Stenbolê ve tê weşandin. Wekî kovareke zanyarî mijarên curbecur diweşîne.  Heta niha 22 hejmar hatiye weşandin.

Kovara zende İspat kir ku bi zinamê kurdî ji lêkolînên zanyarî dikare bê weşandin.  Ni tenê bi zaravayekê bir her zaravayên kirdî  jî ne tenê mijarek her mijar jî dikare were lêkolînkirin û weşandin.  Erk û peywira xwe bih cih anî û vê peywira xwe bi serfirazî didomîne.

İkram İŞLER

Lêkolîner-Mamoste

  Çavkanî: Zend Hejmar 1,

  Hejmar 6,

  Hemû hejmarên din

  http://www.enstituyakurdistenbol.com/zend-havin-payiz-2014-hejmar-22/

 Arşiva Enstituya Kurdî ya Stenbolê


Yorumlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir