Destpêka Çîrokan

yazar:

kategori:

“Carek hebû ji caran rehme li dê û bavê hazir û guhdaran xeyn ji mişkên qulên dîwaran, cenderme û tehsîldaran.” Weha dest pê dikir çîrokbêj di şevên zivistanê yên nepenî de, dema ku navtengek berf li ser deşt û zozanên welatê Serhedê rûdinişta. Gundiyan dema kar û barên xwe yên rojane bi ser hev de didan, bi destê êvarê re dikişiyan malên xwe, piştê bêhnvedane- ke li dû şîvê dîwan li malekê, di odeyeke kurmancî de dicivi ya. Dema ku di bin arîkên dûgirtî de û li ber ronahiya çirayeke mîstîk, ji tutuna qaçax qelûn dihatin dagirtin û cixare dihatin pêçan, di kûrahiya bêdengiya şevê de, bi fîze fîza bayê re, zûre zûra guran, êwte ewta kûçikan dikete hundur û bi tevlêbûna gurpe gurpa sobê re senfoniyek siruştî destpê dikir. Êdî li dîwana mîrê Botan Melayê Cizîrî, li dîwana îshaq Pa­şa Ehmedê Xanî, li dîwana Şerefxan Feqiyê Teyran, li dîwana mîrê Farqînê Zembîlfiroş û li dîwana Surmelî Memed Paşa jî Evdalê Zeynikê bi şalûl û bilbilan re, di qebe qebê de ne. U bi hev re kulekekê di banê dinyaya efsaneyî de vedikin û xwe tê re berdidin nav deryayeke bê binî, ku her tişt tê de heye û gengaz e. Şahê Maran, Teyrê Sîmir, Hezretê Xizir, Dêwê Heftserî, Rustemê Zal tev di cêrgê de ne. U bi “çol û çolistan, behr û behristan, havîn çû ma zivistan taze serê Mîrza Meheme kete xax û bendê giran” rê çîrok guh­daran hiltînê nav xwe. Êdî her guhdarek, lehengekelî çîrokê ye. Carna bi hêrs dibin, carna berken dibin, carna melûl dibin, carna dilgeş dibin, carna xof dikeve dilê wan, carna jî sêsed û şêst û şeş temarê wan yê mêraniyê bi hev re radibin mêrxasê gewre ne di şerê dêwan de. Mirov dikare hîsên wan yek bi yek di qermîçokên rûyê wan de bixwine. Di derengiya şevê de dema çîrok diqede an jî piştê domkirina çîrokê, di çend şevên din de, ku çîrok bi “qewla me çû nav deviyan, rehme li dê û bavê me hemûyan” diqede guhdar ji dinyaya xiyalan vedikişên, bi xwe ve tên û bi heyecana çîrokeke din vedigerin malên xwe.

Hesen Kaya serokê Enstituya Kurdîya Stenbolê

Ji pêşgotina Destana Şemikê bêdiran


Yorumlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir