DERDÊ GIRAN (Cegerxwîn)
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikim cerg û dil û mêla ku hem can
Dengê te yê xweştir, ji ney û nay û bilûrê
Sê hawaz tê dengek ji sira bayê sibahî ye
Hawak tê ji dengê xûşîna dehl û rezayê ye
Hawê sisiyê ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku tu li dinyayê bi nav û meşhûr e
Karwanê me bi rê ketî, lê şevrêş û tarî
Serma yê terez kulî yên di berfê her dibarî
Bahoz û çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e
Çar hawir me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin
Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûrê zûr e
Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e
Destê tu qey îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em digel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û gehi rewşen û nûr e
Dêna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibehê îro ji şerqê li me da der
Rewşen birê Kurdistan, bi carek we seranser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Piştê wê sitêrê bixwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê mê wê bighê miraz û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.

Bir yanıt yazın