ZIMAN û ERDNÎGARÎ

yazar:

kategori:

İkram  İŞLER

Mamoste

Li her derê hewcedariyên mirovan yek in. Hewcedariyên bingehîn di her mirovî de yekin. Her kes xwarin dixwe. Bê av jiyan nabe. Zanyarekî Rusî (Maslow) hewcedariyên mirovan ên Gerdûnî waha tespit kirine:

Hewcedariyên Fizyolojik: Xwerin, vexwarin, raketin, valakirin, zayîn, zayendî û hwd.

Hewcedariyên Psikolojîk: Ewlekarî, hezkirin,

Hewcedariyên Sosyolojîk: rêzgirtin û xwenîşandan.

Mirov li ku derê bijî ev hewcedarî pêsîra mirovan bernadin. Hebûn bi van hewcedariyan guncan e.  Hewcedarî kêmasiyên laş in. Ji bo jiyanê bingeh in. Ev nebin jiyan nabe. Wekî mînak: mirovek bê xwarin çiqas dikare bijî. Qet avê nexwe çend roja dikare berxwe bide. Ya herî girîng jî bêhn (nefes) e. Bê hewa mirov çiqas dikare bijî. Ji bilî van mirovek ji kesekî/ kesekê hezneke, an jî tu kesek ji me hez neke jiyan çiqas xweş dibe. Yan jî mirov bi din ava tirseke mezin de be jiyan dê çawa bimeşe. Tu kes mirovan nehebîne an jî ne hesibîne  ev tişt kêmasiyeke mezin derdixe holê.

Mirov li kuderê bijî kare divê ku ji bo xwarinê vexwarinê tiştekî bike. Dema ku kesek nebe komek be wê demê civakek dertê holê. Civak li ser van hewcedariyan ava dibe. Mirov dema ku ji bo hewcedariyên xwe bixebite ev xebat bi suruştî çandekî saz dike. Çand şeklê jiyanê ye. Ziman, Raman, xwarin, xwekirin, têkiliyên civakî tev beşên çandê ne. Di nava têkiliyên rojane de hêdî hêdî qalip dertêne holê. Qalibên civakê ku di jiyana rojane de çê dibin, dibin kevneşopî, ehlaq, ol,ramanên kûr ên bingehîn.

Lê çand bê zimanî çê nabe. Koka hebûna civakê çawa ku hewcedarî ne, her waha koka çandê jî ziman e. Lê ziman jî di nava demê de xurt dibe, digeşe. Yanî bê ziman çand dernakeve holê. Lê çandên geşbûyî jî zimanên xurt derdixin holê. Ziman, ol raman, hewcedarî hemû di nava demê de hev xurt dikin û pêş ve dibin.

Niha werin em ji xwe re hinek mînakan çêbikin.

Em hine mirov hildin ser destên xwe  berdine ser çolê.  Paşê jî wan durve raçav bikin. Gelo din ava çolê de ev mirovên dê çawa bijîn. Dê çi bikin. Ji bo xwarinê û vexwarinê dê çi bikin. Gelo em di şuna wan de buyana me yê çi bikira. Mirov dema ku birçî bû çi bibine dixwe. Li çolê me çi bidîta me yê ew bixwara. Me li kuderê av bidîta, em dê li wê derê bi êwiriyana. 

Mirovên li vê derê jî birçî bin. Dê tî bin. Pêwistîyên wan ên jî dê bi zewacê (an jî bihevre bûyinê) hebin. Bi ewlekariyên, an jî bi hezkirinê dê hebin. Dema  ku mirov birçî dibin çavên xwe li tiştên xwerinê digerînin. Dema ku ev hewcedarî nehate çareser kirin mirov jiyana xwe nikare bidomîne.

Li çolê hewcedariya mezin av e. Ji ber vî jî av pîroz e. Tiştên hindik ku pêvistî pê hebe pir girîng dibe. Li çolê dertê pir hindike lewma ava zemzeme aveke pîroz e. Lê Agir di çolê de tişteke nexwaş e. Ji ber ku germahî mirovan açiz dike germahî mi çolê tişteki ne baş e.  Av baş e û agir ne baş e. Wisane başî û ne başî li vê derê li gorî derfetên çolê dertê pêşiya me.  Carekî ku derkete pêşiya me wê deme bandora xwe li ser zimên jî dike. Di zimên de tiştê baş anjî pîroz ji derfetên der û doran çê dibin. Li gorî insanên ku li çolê dijîn dojeh ciheke germ e. Lê buhuşt ciheke ku dit ê de germahî tunebe ye.  Di buhuştê de av heye lê di dojehê de agir heye. Ev her du peyvên ku li gorî çolê saz bûn bandora xwe li baweriyan jî dike.  Bawerî jî li gorî derfetên çolê saz dibin.

Ne tenê ol, hemû saziyên civakê (Ehlaq, aborî, siyaset, perwerdehî, huqûq, û hwd.) di serê mirovê çolî de li gorî derfetên çolê saz dibin.

Werin em mînakekî ji aboriyê bidin û paşê dev ji çolê berdin. Çima ku di çolê de derfetên çandiniyê nîn e wê demê tîcaret pêş ketiye. Tiştên ku li çolê hebin ku derfetên birinê hebin li ciheke din bi tişteki din ve buguhêzin û bînin.  Ji ber vê yeke di nava baweriyên Ereban de  tîcaret pir girîng e.    

Werin em hine mirov jî daynin ser çiyayên bûzê. Gelo di nava van çıyayan de jiyanê çawa bimeşe. Dê çi bixwin, çi li xwe bikin. Dê  li ku derê rakevin. Gelo rabûn û runiştandina van û yên li çolê de dê bibine yek. Di navbera van de çi guhartinê çêbe. Heman hewcedarî li çolê  û li ser çıyayên bûzê dê çawa çêbe.  Ew ê jî li der û dorê xwe binihêrin.  Li gorî wan çi alav û navgîn bi kêrî van pêwistiyan hebin ew dê wek tiştên pîroz bên pêşwazî kirin. Em dikarin Civaka Eskimoyan ji bona vê jiyanê mînak nîşan bidin.  Kevneşopiyên Eskîmo’yan li dijê Ehlaqên me hatine li darxistin.

Çawa çol li ser çandê bandorekî dike wekî çolê çiyayê bûzê jî bandorekî li ser jiyanê dike.  Zimanê ku li ser çiyayên bûzê çê be mormale ku di bin bandora sarahiyê de bibe. Têgehên zimên wê li gorî welatên bûzê werine afirandin. Di zimên de têgehên sarahiyê ji têgehên germahiyê dê zede bibin.

Wekî jorê em hine mirov daynin ser deştekî, an jî daynin ber çemekî, yan jî daynin serê çiyayê kurdistanê. Mirov bikevin ku derê dê çanda xwe li gorî wê derê biafirînin. Bi çandê re girêdayî jî zimanê şeklekî hilde.

Em dikarin li gorî van mînakan waha bibêjin. Erdnigarî bandorê li ser jiyana insanî dike. Li gorî derfetên erdnîgariyê çandek û li gorî çandê jî zimanek tê afirandin. Jiyan çawa be zimanê wisa bibe.  Ne kêm ne jî zede.

Rastî û ne-rastiya jiyanê jî di zimên de xwe nişan dide. Tiştekî li gorî çolê rast be li gorî çiyê an jî li gorî ciheke din nibe ku wekî ne-rast were dîtin. Wekî mînak em bibêjin: Dema ku mêvanek were mala Eskimoyan, tişteke xwarinê nikare bide pêşiya mêvanê xwe. Ew êvarê jina xwe dide mêvan. Mêvan dema kut ev jina wî ranezê wê deme bê-ehlaqiyeke mezin dertê holê. Li gorî me ev tişt ne-rast e. Liv ê derê derfetên erdnigariyê bandora xwe li ser ehlaqê daye.

Xeyalên di serê mirovan jî li gorî erdnigariyê  çê dibin.

Di çanda ku li dev-behra hatiye ava kirin de Keça behrî (Deniz Kızı), di çanda ku li serê çiyan hatiye afirandin de ji Şahmaran heye. Heta vê dawiyê jî hê di nava cihêzên bukan de şeklê şahmaran hebû.  Wekî din hemû kevneşopî û baweriyên berê li gorî vê rastiyê edetên civakî edetên xwarin û xwekirinê ji nava jiyana civaki de dertêne holê.  

Em hemû dizanin ku çandin li rex çeman destpê kiriye. Bi taybet jî li rex çemê Dicle û Firatê. Cara yekemîn çand li vê derê derketye pêşberî mirovahiyê. Li gori zanistê genim an jî nisk an jî nok bere hatiye çandin. Li Mezopotamya yê, li Mısrê, Hindistan û li Çinê çandin çê buye.  Lewma ev çar der wek şaristaniyên herî kevnare tên nirxandin. Li van deran ziman jî pêş ve çuye. Bi çandê ve girêdayî peyv çê bûne. Têgah hatine afirandin. Li gori erdnîgariya van deran  raman derketine holê. Bawerî çê bûne. Wêje, zargotin, stran, mitbaq, huner, ol, hemû li gorî erdnîgariyê an jî çawa Karl Marx tîne ziman li gorî jiyana aboriyê hatine afirandin.

 Erdnîgarî bandora xwe li ser wêjeyê jî  dike.

Veznê arûzê tene gotin. Ji wêjeya erebî ketiye nava wêjeya der û doran. Ev wezin ji ber pê hêştiran (deve) hatiye girtin. Deveyan bandora xwe li ser wêjeya Ereban daye.

Folklora behra reş ji ber masiyên bi nav Hamsiyan hatiye girtin. Masiyan jî bandora xwe li ser wêje û folklora Lazan daye.  

Salnameya ku niha tê bikaranîn ji ber çandina genim hatiye girtin. 

Stranên meyên Erivanê kesên ku ji welatê xwe dûr ketine ji kurahiya dilê wan derketiye holê. Çawa mirov derdê xwe ji nasyarekî dû ve bibêje kilam van derd û elem û kederan tîne pêşberî me.

Hunera kurdan li ser xalîçeyan xwe nîşandayina ol û baweriyên Mezopotamya yênkevnare ne.

Ev Hemû tiştên jiyanê bê guman bandorê li ser zimên dikin.

Li ser giringiya zimên pir tişt hatine gotin. Em bi kurtahî dikarin bibêjin ku  erdnigarî ku li çandê çandê jî li zimêntesir kiribe wê demê em dikarin waha bibêjin. Derfeta lêkolînê li ser zimên çêbibe ziman di jiyana netewekî de çi hebe di nava xwe de diparêz e. Yanî çawa ku Wittgenstein dibêje ziman neynoka jiyanê ye.  Zimanê kurdî jiyana kurdan ên berê di nava xwa de muhafaza dike. Em lêkolin bikin em dê bikaribin xwe bigihîne jiyana bav û kalên xwe. 

Jiyana kurdan jiyaneke çiyayî û deşti ye.  Hemû bawerî û olên kevnare jiyane. Şeklên civakên kevnare hemû dîtine.  Dema desthilatdariay jinê dîtiye. Dema koledariyê, feodaliyê jiya ye. Wisane ev tişt di zimanê me de hene. Ji ber ku jiyana kurdan pir zengîn e, zimanê kurdan jî pir zengîn e. Lê kurd ne behrî bûne. Lewma j idi zimanê kurdan de peyvên ku jiyana behriyan de hene pir kêm in. Jiyana behrî zede neketiye zimanê me. 

Zimanê kurda wek hunera kurdan, jiyana kurdan nîşan dide. Li gorî jiyana kurdan hatiye afirandin.  Ji xwe her zimanek li gorî jiyanekî tê afirandin. Jiyan jî çawa ku me li jorê anî ziman li gorî erdnîgariyê û li gorî aboriya gelan tê afirandin.

Ziman kincê erdê ye ku ji aliyê insana ve hatiye durûtin. Her zimanek li erdeki tê. Zimanê çolê li çiya nayê. Zimanê çiyê jî li çolê nayê. Her çandek bi xwe re peyvên nû tîne. Her peyvek li gorî çandekî çêdibe. Ol û baweriyên li gorî erdnigariyekî çêbin rastiyeke din tîne ziman. Mirov li gorî rastiya xwe tev negere wê demê sergêjiyeke çandî dertê holê.

Dema ku mirov ji zimanê xwe dûr ket mirov nikare xwe bîne ziman. Dema ku mirov xwe nikaribe bîne ziman wê demê davêje nava xwe. Mirovên herî bi stres ew kesên ku nikarin xwe îfade bikin ew in. Mirovên ku  mêla wan bi karanîna sûcan hene jî ev kesin.

Li gorî vê rewşê zimanekî gelekî li rastiya gelekî din nayê. Her ziman weki qalibekî hatiye afiırandin û li rastiya gelekî din nayê. Dema gelek zimanê xwe li geleke din ferz bike yanî bişavtinekî pêk bîne wisane rihê wê gelê ku tê bişavtin tê kuştin. Bi zorê zimanekî din bi axivî tu wê demê xwe tam nikarî bînî ziman. Dema ku kesek xwe nikaribe bîne ziman baweriya xwe winda dike. Dibe wekî zarekî. Sergêjayî kî mezin di serê wî de çêdibe.  Çawa ku kincekî mirov li mirovekî din neyê û herkes pê henekên xwe bike. Henek ku zêde bûn  dibe rastiyekî mirovan. Mirov xwe biçûk dibîne. Û baweriya xwe bi xwe wind dike. Kesekî ku baweriya xwe bi xwe winda kir dikeve pey keseki din. Pê ve tê girêdan.  Wê demê li çanda xwe nikare xwedî derkeve. Çanda ku esas li rihê wî tê biçûk dibîne û dawiya vê yekê de jî kesayetiya xwe winda dike. Bê nasname dimîne.

Kurd îro di bin bandora Tirkan Ereban û farisan de mane. Çandên cuda cuda li wan tê ferz kirin. Kurdên ku dev ji zimanê xwe berdane sergêjiyeke mezin dijîn. Ên ku bi salane bûne Tirk îro yek bi yek ji nû ve vedigerin. Xwe nasdikin. Ên ku li ser axa xwe bi zimanê xwe dijîn koka xwe dizanin.  

Dara ku li ser koka xwe hêşîn nebe bê kok dimîne. İnsanê ku koka xwe nizanibe şaşo paşo dibe û dertê holê. 


Yorumlar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir